22 kesên din reda xwe ya wijdanî eşkere kirin

22 kesên din reda xwe ya wijdanî eşkere kirin

“Di Roja 1’ê Kanûnê Roja Aştiya Girtiyên Cîhanê de 22 kesên din reda xwe ya wijdanî eşkere kirin. Parêzer Davut Erkan ku di çalekiya ji aliyê Komeleya Reda Wijdanî ve hatiye amade kirin de axivî diyar kir ku li Tirkiyê ji bo naskirina mafê bi karanîna reda wijdanî ku hatiye astekî diyar û wiha got: “Êdî ji bo bi karanîna redên wijdanî yên bi girseyî pêwiste serlêdana dewletê bê kirin. Ji bo vê yekî bingehê pêwist hatiye avakirin.”

Komeleya Reda Wijdanî ku bi boneya “1’ê Kanûnê Roja Aştiya Girtiyên Cîhanê” bi çalekiyekî ku li Vakfa Îsmaîl Beşikçî pêk anî de 22 kesan reda xwe ya wijdanî eşkere kirin.

Çalekiya ku hejmarekî zêde kes tevlî bûyîn belgesela bi navê “Herêma bê Leşker” ku ji aliyê Mirza Aydin ve hatî amade kirin bi pêşkêşkirina wê destpê kir. Piştî wêna endamê Saziya Rêveber ya Reda Wijdanî Alî Fikrî Işik, Redçiyê Wijdanî Mehmet Tarhan û li gel Halîl Savda parêzerê Komeleya Reda Wijdanî Davut Erkan bi tevlîbûna wan axaftin hatin kirin.

Piştre ku mafê axaftinê Alî Fikri Işik girt diyar kir ku li Tirkiyê mafê bi karanîna reda wijdanî ji bo ku tam bê dayîn tekoşîn dayîn giringe û wiha got: “Reda Wijdanî li vî welatî di vê konjonkturê de seknekî giring a sivîle. Di vê sekna sivîl de di pêşketina wê de wê li rastî gelek astengiyan bê. Lê tekoşînekî giringe. Hêvî dikim ku hemû kes li dijî vê artêşa ceberut reda xwe ya wijdanî eşkere bike.”

Piştî axaftinan ku Enise Şeyda Kapuz, Emre Bayyigit, Cemile Sari, Murat Demîroglu, Ahmet Sait Gunduz, Gokhan Turan ku tevlî etkînlikê bibûn reda xwe ya wijdanî eşkere kirin û 16 kesên din jî bi peyamên ku şandin reda xwe ya wijdanî eşkere kirin.

Yek ji kesên ku reda wijdanî kirî di peyama şandî de Bawer Firat jî wihat got: “Ez weke kesayet jî kuştin, çek û tahakkumê red dikeme û ji xizmetkirina sîstema Kemalîst re red dikim.”

Mehmet Tarik Pakoz jî wiha got: “Ez naxwazim ku fermana tundî û emir dayinê bidim bistînim. Ez ji berêxwe dayina malbata xwe berpirsiyarim ji ber vê yekê ez naçim na kevime bin fermana kesê û kesê jî na kujim, ji ber vê ez reda xwe ya wijdanî eşkere dikim.”