21 kesên ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê li Derya Reş xeniqîn

Li Derya Reş, keştiyek ku penaber tê de bûn noqî binê avê bûn. Di vê karesatê de 21 welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê jiyana xwe ji dest dan. 9 kes jî hê winda ne.

Keştî, duh noqî avê bû û 21 penaberên ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî winda ne.

Keştî, ji bo biçe Romanyayê ji navçeya Kandira ya Kocaeliyê bi rê ket, lê piştî wextekê li Derya Reş noqî avê bû. 40 kes ji aliyê masîgiran û keştiyên li herêmê ve hatin rizgarkirin.

Hat ragihandin, ku cenazeyên 21 kesî ji keştiya noq bû hatin derxistin. Lê 9 kes hê jî winda ne. Hat gotin, yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane jineke ducanî ye. Li gorî agahiyan, di keştiyê de gelek jin û zarok hebûn.

Nasnameya mirovên jiyana xwe ji dest dan û winda bûn, hê zelal nebûye.