2023 wê bi Komara Demokratîk were tacîdarkirin

Gotara Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê ya Mûstafa Karasû ku li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin...

Tayyîp Erdogan û AKP ji bo ku werin  ser desthilatê 2002'an behsa demokrasiyê, azadiyan kirin, gotin ew ê li dijî gendeliyê têbikoşin. Zext û zordariya ku ji darbeya faşîst a 12'ê Îlona 1980'yî heta bi sala 2000'î dom kirî û li ser pişta gel kirina zilmê û aboriya şer kiribû ku gelên Tirkiyeyê bêriya demokrasiyê bikin. Lê di hilbijartina 2002'yan de ji ber sedema belawelabûna hêzên demokratîk û nikarîbûn bi hevparî tevbigerin, ji vê atmosferê AKP'ê sûd wergirt û hate ser desthilatê. Heke hevalbendiya demokratîk a siyasî bihata avakirin teqez AKP wê nikarîbûya were ser desthilatê. AKP bi têkoşîna hêzên demokrasiyê û li avakirina bêrîkirina li demokrasiyê ya di nav civakê de û bi mêtingeriya vê hate ser desthilatê. CHP'ya Baykal a wê demê weke CHP'ya vê demê ya Kiliçdaroglu rê li ber vekirin ku AKP di hilbijartinê de bi ser bikeve. Jixwe yê ku kirî Erdogan bibe serokwezîr Baykal bû.

Tê zanîn ku rêça Erdogan komara pêşî qebûl nake. Ji ber ku, dema ku komar hatî avakirin Îslamiyên siyasî li derveyî dewletê hatibûn hiştin. Vê rewşê bi sedan sal in ev derdora ku di nav dewletê de karîger bû reht kir. Ji ber sedema ku ne xwedî karakterê demokratîk bûn, her çendî ev dewlet qebûl nekirin jî bi rengekî vekirî têkoşîn jî nedan. Jixwe dewletê jî, her çendî ev derdor li derveyî dewletê hiştin jî û zext li ser wan kir jî, bi rengekî tund, mîna ku bi ser Kurdan û sosyalîstan de çûyî bi ser wan de neçû. Jixwe hê di serî de ji bo ku dîn bikin bin xizmeta dewletê Seroktiya Karê Diyanetê ava kirin. Komara nû ya ku ji hêlekê ve îslama siyasî li derveyî dewletê hiştî, ji hêla dî ve jî Îslama Sinnî bi rengê dînê dewletê qebûl kriiye. Her çendî behsa laîkbûnê bihata kirin jî  Îslama Sinnî ji hêla dewletê ve hatiye parastin. Ji bo vê jî çawa ku nêzîkatiya komarê ya li dîn xwedî du karakteran be, derdorên dînî jî bi du karakteran nêzî dewletê bûne.  Jixwe Îslamiyên siyasî jî, ji ber ku ne bi kontrola wan e muxalîfên dewletê ne. Bi vê sedemê muxalefetiya wan jî ti caran nebûye mîna ya Kurdan û sosyalîstan.

Ji ber sedema vî karakterî armanca wan a pêşî bûye bidestxistina dewletê. Hîç nefikirîne ku vê dewletê demokratîk bikin. Ji ber ku di demokratîkbûnê de, di demokrasiyê de serweriya baweriyekê yan jî nasnameyeke etnîk a li ser civakê tine. Ji bo vê jî her demê demokrasî li dijî armancên xwe dîtine. Jixwe dema ku 2002'an hatin ser kar bi wateya rastî ti caran li demokrasiyê nefikirîne. Tenê, li gel Fethillahiyan, bi mêtina bêrîkirina demokrasiyê ya gel û bi bikaranîna hin derdorên liberal, ên ku heta wê demê serwerî komarê bûne dûr xistine û wiha xwestine ku bibin xwediyê dewletê. Di vê mijarê de desteka Ewropayê û DYA'yê dane pişt xwe û bloka desthlatdariya klasîk bi paş ve birine, di nav dewletê de mirovên xwe bi cih krine; ketine hewldana avakirina sermiyan pêgirê wan. Piştî ku bloka desthilatdariya klasîk bi paş ve hate xistin di nav AKP'ê û Fethillayian de şer çêbûye bê ka wê kîjan qanadê Îslamiya siyasî dewletê bi dest bixin; ji vî şerî Tayyîp Erdogan û AKP bi ser ketine, ku beşek ji bloka desthilatdariya klasîk jî dane rex xwe. Tayyîp Erdogan û AKP hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji xwe re kiriye hincet û hin dijminên Kurdan dane rex xwe, a rast pêşengiya dijminatiya li Kurdan kiriye û armanc bûye ku bibe hêza serwer a dewletê.

Li Tirkiyeyê heta ku demokratîkbûn çênebe qanûna desthilatbûnê avakirina serweriyê ya li Kurdan û li ser vê bingehê jî pêkanîna polîtîkayên qirkirinê ye. Tayyîp Erdogan ev rastî pêşî ditiye û ji bo ku Kurdan û hêzên demokrasiyê netirsîne bi gotina, ‘'herî baş ez dikarim Kurdan biawiqînim, herî baş ez dikarim kontrol bikim'' desthilatdariya xwe domandiye; dema ku ditî ku nikare Kurdan û hêzên demokrasiyê biawiqîne jî vê carê gotiye, ‘'herî baş ez dikarim Kurdan bieciqînim, ez dikarim tasfiye bikim'' armanc kiriye ku li ser desthilatê bimîne. Rêber Apo ti caran bawer nekiriye ku destilata AKP'ê li ser rêya demokrasiyê gavan bavêje. Lê bi sûdwergirtina hin tengasiyên vê desthilatê hewl daye ku hin gavan bi wan bide avêtin. Lê hêzên demokrasiyê û tevgera demokratîk a Kurd ji bo ku nekte nav helwesteke têkoşînî ya bi rengê ku destekê bide van hewldanan, vê têra xwe encam bi xwe re neanîne.

Rêber APO karakterê esasî yê AKP'ê di parastina 'Di Dorpêça Qirkirinê de Kurd' (Çareseriya Neteweya Demokratîk), di beşê 'DI TC'Ê DE ŞEMITÎNA DESTHILATDARIYA HEGEMONÎK' de ev bi rengekî vekirî vegotiye. Serdema damezirandina komarê çawa ku otorîter bû di pêvajoya têkçûna komarê de jî rejîmeke wiha faşîst a otorîter derketiye holê. AKP ne ew desthilat e ku bibe çare ji vê neçarisiyê re; wê arîşeyan girantir bike û komarê bixe rêyeke zaboqî de. Rêber APO desthilata AKP'ê bi rengê versiyona liberal a faşîzma 12'ê Îlonê bi nav dike. A rastir rojanekirina faşîzma 12'ê Îlonê ya li dijî têkoşîna azadiyê ye. Jixwe bi esasî ya ku rê li ber desthilata AKP'ê vekirî faşîzma 12'ê Îlonê ye. Faşîzma 12'ê Îlonê bi desteka NATO'yê hewl dida ku Îslama siyasî vehewîne nav pergalê û wiha ji krîza komarê re bibe çareserî. Lê geşbûna têkoşîna azadiya Kurd li  ber vê bû bend. Kengî Rêber APO hate dîlgirtin, rewşa bêşer çêbû, çînên serdest bi fikra ku di van şertan de wê PKK wê nikaribe rabe ser piyan Îslama siyasî kirin nav pergalê û hewl dan ku komarê restore bikin.

Dema ku komar kete nav neçariyekê Îslama siyasî kirin nav pergalê û wiha armanc kirin ku dewletê wiha ava bikin ku qirkirina Kurdan bide ber xwe. Armanca sereke ya ku AKP hatî ser desthilatê û li ser desthilatê tê hiştin ev e. Tayyîp Erdogan bi pergala seroktiyê heta 2023'yan armanc dike ku vê avabûna dewletê temam bike. Dîn dibe boyaxa ser avakirina dewleta qirker. Jixwe gotina Erdogan a  yek milet, yek welat, yek dewlet û yek ala vegotina sembolik a vê rewşê ye. Di nav van tekan de yek mezheb jî heye. Lê ji ber sedema ku li cîhanê wê bi xwe re helwesteke mezin bîn vê nabêje.

Tayyîp Erdogan bi Devlet Bahçelî re tifaq kir û xwest komareke bi vî rengî ava bike. Komara Yekemîn di nava mercên salên 1920'î de ava bû. Komar ji nava dewletekê derket ku xakeke berfireh ji dest dabû. Lewma komareke travmatîk bû. Tirsa ji destdana xakeke hîn berfireh û armanca avakirina netewe-dewletê, kir ku komar veguhere dewleteke otorîter a dijminê Kurdan. Ev yek jî bi dijminatiya li Kurdan hate meşandin. Lê belê vê polîtîkayê timî krîzên siyasî bi xwe re anî. Komarê ev polîtîkaya xwe di dema dijberiya li Sowyetan û pêvajoya şerê sar de bi desteka xurt a hêzên derve meşand. Lê belê bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, bi têkoşîna şoreşê ya dehan salan a sosyalîstan û hêzên demokrasiyê û bi belavbûna hevsengiyên şerê sar re, kete rewşeke welê ku nema dikare bê meşandin.

Gelo wê rêyeke çawa bidin ber komara yekemîn a ku nema dikare bê meşandin? Îslama siyasî kete nava sîstemê. Gelo bi vê yekê re wê komara berê bê restorekirin, ya jî wê pirsgirêkên ku rê li ber krîzan vekirine di nava demokrasiyê de bên çareserkirin û Komara Demokratîk bê afirandin? Dema ku demokrasî were wê AKP û MHP li qada siyasî nemînin. Lewma ji bo pêşî li demokratîkbûnê bigirin wê heta dawiyê berxwedana xwe ya faşîst paşverû bidomînin. Tê gotin Tayyîp Erdogan wê bi sîstema serokatiyê re Tirkiyeyeke nû biafirîne û ji bo nîşan bide ku damezrînerê vê ye, wê li avahiya Meclîsa Yekemîn civîna destpêkê ya serokatiyê pêk bîne. Lê ev yek ji bilî xapandina gelan nayê ti wateyê. Sîstema ku Erdogan ava kiriye ne eleqeya xwe bi Meclîsa Yekemîn re heye, ne jî xwedî wê taybetmendiyê ye ku karibe komarê rizgar bike. Dixwaze polîtîkayên xwe yên ku Tirkiye tengav kiriye, bi sîstem û zîhniyeteke faşîst olperest-neteweperest bidomîne. Hewl dide komara otorîter a ku sala 1923'an ava bû û piştre xitimî, di nava şert û mercên heyî yên cîhanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê de veguherîne sîstemeke nû ya otorîter. Lê ev yek wê bi ser nekeve.

Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê nepêkan e ku Tirkiyeyê aram bike û aştiyê bîne. Ji xwe ji ber ku ev polîtîka pirsgirêkan çareser nake, timî qala pirsgirêka mayindebûna welêt tê kriin. Hebûn û polîtîkayên wan nikarin Tirkiyeyê ji tengaviyê derxîne. Ev yek jî hebûna van partiyan dike mijara nîqaşê. Ji ber vê yekê dema polîtîkayên zordar nemeşînin wê ji desthilatdariyê bikevin. Bi gotina 'pirsgirêka mayindebûnê ya Tirkiyeyê heye' zextê dikin û hewl didin xwe li ser desthilatdariyê bihêlin.

Tevî ku derbasî nava sîstema yek zilamî bûne û serweriya meclîsê bi dest xistine, zehmet e ku heta sala 2023'an li ser desthilatdariyê bimînin. Neçareseriya ku komar xistiye nava krîzê û ew kiriye desthilatdar, zemîna hilweşandina desthilatdariya wan e. Hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bi dehan sal in, 95 sal in têdikoşin. Zemîn û potansiyela têkoşînê ya hêzên demokrasiyê ji derfetên van hêzên faşîst xurtir e. Ew xwe dispêrin zemîn û zîhniyeta ku eşkere bûye bi ser nakeve, lê hêzên demokrasiyê xwedî zemîn û zîhniyeta ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Ti hêza siyasî û îdeolojîk nikare paşeroja xwe bi derfetên di destê xwe de rizgar bikin. Çiqasî bersiv da ruhê demê û pêwîstiyên civakê wê çaxê dikarin bi ser bikevin. Ev diyalektîk di serdema heyî de bêhtir derbasdar e.

Dema ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têkoşîn hate dayin, wê ev desthilatdarî nikaribe sala 2023'an bibîne. Bixwaze bi zorê, bi şîdet û hêza pere desthilatdariya xwe bidomîne jî, pirsgirekên civakî û siyasî û krîza giran a ji ber van pirsgirêkan rû daye û têkoşîn wê wan ji desthilatdariyê bixîne. Di serdema heyî û paşerojê de wê hêzên demokrasiyê hebin. Hêzên demokrasiyê bi têkoşîna li cem gelê Kurd re wê pêşî li komara olperest-neteweperest a despotîk bigire û sala 2023'an bi pêkhatina Komara Demokratîk pêşwazî bikin. Nirxên erênî yên ku di destpêka komarê de hatin afirandin, ancax bi demokratîkbûna komarê re dikarin bibin xwedî wate. Kî dixwaze komarê ji rewşa tengav rizgar bike, kî dixwaze li ser bingeha maf, edalet, azadî û wekheviyê komar nû bibe, divê demokratîkbûnê bike armanca xwe. Hêzên demokrasiyê pêwîste bi têkoşîna li gel Kurdan re destekê bidin armanca demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ji bilî demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê nepêkan e aştî û aramî bê.

Divê em vê yekê careke din destnîşan bikin; dîrok, civak û hemû dane nîşan didin ku Tayyîp Erdogan û Bahçelî wê bi ser nekevin; wê armancên 2023'an ên hêzên demokrasiyê û gelê Kurd pêk werin. Gelên Tirkiyeyê wê di sala 2023'an de demokratîkbûna komarê pîroz bikin...