20. salvegera damezirandina MLKP’ê bi festîvalekê hat pîrozkirin

20. salvegera damezirandina MLKP’ê bi festîvalekê hat pîrozkirin

MLKP’ê 20. Salvegera Damezirandina xwe li bajarê Leverkusen ê Elmanya bi beşdariya 4 hezar kesan pîroz kir.

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) bi aktîvîteyekê 20. Salvegera Damezirandina xwe li bajarê Leverkusen ê Elmanya pîroz kir. Ji gelek bajarên Ewropa nêzî 4 hezar kes beşdarî festîvala bi dirûşmaya, “Îsyan, devrîm, sosyalîzm“ bûn. Li salona festîvalê, wêneyên, Karl Marx, Lenîn, Stalîn, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Mazlum Dogan, pêşengên sosyalîzmê, Serkan Tosun û Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kiilbaş) û alên MLKP’ê hatin daliqandin.

Di festîvalê de pankartên, “Bijî berxwedana Rojava“, “Bijî enternasyonalîzma proleterya” hatin daliqandin û dirûşmayên, “Bijî MLKP” û "Bijî berxwedana Kobanê” hatin gotin. Di festîvalê de bavê Serkan Tosun Nîyazî Tosun, xwişka Suphî Nejat Agirnasli Elîf Ozen, nûnerên sazî û rêxistinên Kurd û sosyalîst beşdar bûn.

NÛNERÊ PYD’Ê: EM MLKP'Ê SPAS DIKIN

Festîval danê nîvro bi panela mijara Rojava destpê kir. Nûnerê PYD’ê û rojnamevan Arîa Îssa û rojnamevan Îbrahîm Çîçek beşdarî panelê bûn. Îssa di axaftina xwe got, “Bi taybet berxwedana Kobanê li tevayî cîhanê bandora xwe kir. Ez jin, ciwan û gelê me yê tevlî vê berxwedanê bûne silav dikim.”

Rojnamevan Îbrahîm Çîçek jî anî ziman ku aştiya demokratîk tenê bi azadiya Ocalan dikare mimkun be û got, “Mîlîtanên MLKP’ê Serkan û Paramaz ji bo vê jiyana xwe ji dest dan.” Çîçek têkoşînê li her kesî kir.

MLKP: DIVÊ HER KES TEVLÎ ŞOREŞA ROJAVA BIBE

Piştî panelê bernameya êvarî destpê kir. Vekirina bernameyê ji aliyê nûnerê MLKP’ê ve hat kirin. Nûnerê MLKP’ê 20. salvegera MLKP’ê li tevayî gelan pîroz kir.

YUKSEKDAG: KOBANÊ WÊ NEKEVE

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag jî diyar kir di rêya demokrasî û şoreşê de pêşketinên mezin çêkirine. Yuksekdag tundiya polîsan a li hemberî serhildanên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî rexne kir û wiha got: “Di van xwepêşandanan de bi dehan mirov hatin qetilkirin. AKP û dewleta Tirk ciwan qetil kirin. Lê dê ev me paşde nexin. Em Stenbol, Tirkiyeyê û Ewropa bikin Kobanê. Em têkoşîna xwe bi serhildanan mezin bikin. Ji bo Kobanê em dakevin qadan.”

‘BIRAYÊ MIN ENTERNASYONALÎST E’

Xwişka Suphî Nejat Agirnasli, Elîf Ozen jî nameya birayê xwe xwend, wiha got: “Weke malbat, yekane daxwaza me Nejat weke enternasyonalîstekî bibîranîn e. Ji bo derxistina vê ya pêş rica dikin. Ji ber ew şoreşgerek bû û divê bi vî aliyê xwe were naskirin.”

Di festîvalê de têkildarî berxwedana Kobanê sînevîzyonek hat nişandan, şervanên MLKP ên li çiyayên Şengal û Rojava jî peyamek bi dîmen şandin. Di peyamê de bal kişandin ser şoreşa Rojava û wiha hat gotin: “Li Rojava sîstemek nû tê avakirin. Weke şervanên MLKP’yî me nikarîbû li hemberî vê bêdeng bin. Ji bo vê yekê em li rex şervanên YPG’ê li hemberî hêzên paşverû şer dikin. Em hemû kesî vedixwînin vê têkoşînê.”

Di festîvalê de di navde Heyva Sor a Kurdistanê jî ku heye gelek standên alîkariyê hatin vekirin, ji bo Kobanê alîkarî hatin komkirin. Alavên taybet ên Serkan Tosun û mîlîtanên MLKP’yî di festîvalê de hatin nîşandan. Kom û hunermendên weke Koma Bajar, Suavî, Pinar Aydinlar, Grup Abdal, Marîs, Grup Vardiya, Grup Çîma, Îlda Sîmonîan û Banda Bassottî jî tevlî bûn.