20 kes hatin berdan, daxwaza girtina 13 kesan hate xwestin

Ji rojnamevan û siyasetmedarên ku li Amedê hatibûn destgîrkirin 20 jê hatin berdan, daxwaza girtina 13 kesan hate xwestin.

Li Amedê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê Cotmehê de polîsan avêtibû ser mala gelek rojnamevan û siyasetmedaran. Di çarçoveya vê operasyonê de ji kesên hatin destgîrkirin 32 kes sewqî edlieyayê hatin kirin.

YÊN HATIN BERDAN

Dozgeriyê rojnamevan Esra Solin Dal, Semiha Alankuş û Mehmet Akdoğan û siyasetmedar Fîgen Aras Kaplan, Hasan Huseyîn Ebem, Huseyîn Kaya, Fatma Gul, Azîze Înanhan, Mehmet Nûrî Ozdemîr, Hasan Çîçek, Hîkmet Aralan, Yasemîn Ozer, Yuksel Baran, Prof. Dr. Nurettîn Turgay, Vedat Dag, Nejdet Sezgîn, Tugba Dundar, Zekî Baran, Nuran Gunbatî û Mehmet Şenpolat bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. 20 kesên sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

DAXWAZA GIRTINÊ HATE KIRIN

Her wiha dozgeriyê Fahrî Ozbay, Gulistan Yıldız, Abbas Aslan, Leyla Ayaz, Dilnaz Ekmekçi, Bariş Koyun, Aygul Alagunduz, Adnan Akgul, Ayşan Kanuş Zengîn, Ahmet Aslan, Zulkuf Koyun û Savaş Aslan bi sûcê "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kir.

Karên îfadedayînê yên rojnamevan û siyasetmedarên din ku sewqî edlieyayê hatin kirin dewam dike.