Nûçegihan û siyasetmedar birin edliyê

Nûçegihan û siyasetmedarên ku bi operasyona destgîrkirinê ya qirkirina siyasî ya bi navenda Amedê hatibû destgîrkirin birin edliyê.

Di çarçoweya operasyona qirkirina siyasî ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê 9'ê Cotmehê bi ser 200 malî de hatibû girtin û ji 151 kesên ku li ser wan biryara lêgerîn û girtinê hebû 120 jê hatibûn destgîrkirin. 23 kesên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îfadeya wan hatî standî roja pêşî hatin berdan. Ji 25 kesên ku duh birin edliyê 12 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, nûçegihan Kibrey Evren jî di nav de 13 kes hatibûn girtin.

ÊN KU BIRIN EDLIYÊ

Derdora 70 kesî jî îro sewkî edliyê kirin. Navê hin nûçegihan û siyasetmedarên ku îro ew birin edliyê:

Nûçegihan Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez, Mehmet Akdohgan û belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Savaş Aslaan, Endamên Dîwana Hevseroktiya KCD'ê Hasan Huseyîn Ebem, Mehmet Nurî Ozdemîr, Huseyîn Kaya, Adnan Akgul; Endama Meclîsa Domdar a KCD'ê Rûken Kiliç, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Şerîf Çamçi, Endamê Kongreya Islamî ya Demokratîk Prof. Dr. Nurettîn Turgay, xebatkarê çapemeniyê yê HDP'ê Vedat Dag, akvîtîstên TJA'yê Yuksel Baran, Fîgen Aras û Mekîye Ormanci.