Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî
NÛ BÛ

2 wekîl ne di nav de temamiya Meclîsa Elman got; 'Qirkirin' e

Meclîsa Federal a Elmanyayê, pêşnûmeya li ser naskirina Qirkirina Ermeniyan bi piraniya dengan qebûl kir.

Meclîsa Federal a Elmanyayê, pêşnûmeya ji bo naskirina Qirkirina Ermeniyan, qebûl kir.

Meclîsa Federal a Elmanyayê, pêşnûme biryara li ser bîranîna Ermenî û Hindikahiyên din ên Xiristiyan ên ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatin qetilkirin, qebûl kir.

Di dengdana li Meclîsê de her çar partiyan ji bo pêşnûmeyê dengê erênî bi kar anîn û bi tenê parlamenterekî dengê dijber, parlamenterekî jî dengê bêalî bi kar anî.

Serokê Meclîsê Norbert Lammert beriya dengdanê peyivî û anî ziman, rêveberiya heyî ya li Tirkiyeyê nabe ku ji bûyer û qewimînên 1. Şerê Cîhanê berpirsyar bê dîtin û işaret bi bêwatebûna nerazîbûna AKP'ê û hikûmetê beriya niha kir. Lammert got, "Lê belê hikûmete heyî, ji qewimînên ji niha û pê ve berpirsyar e." Lammert bal kişand ser girîngiya qebûlkirina bûyerên di demên berê de qewimîne.

MESAJA TUND A LI DIJÎ GEFAN

Lammert da xuyakirin, ku ew gefên li parlamenterên bi eslê xwe ji Tirkiyeyê ne di vê dema nîqaşa pêşnûmeyê de hatin kirin, bi zimanekî tund mehkûm dikin. Serokê Meclîsê diyar kir, dibe ku rexne bê kirin, lê belê gefên tên xwarin ne xema wan e û ew ê nehêlin 'cesareta wan bê şikandin'.

Lammert piştî dengdanê jî axivî û destnîşan kir, ku pêşnûme bi piraniya dengan hatiye qebûlkirin.

Di dengdanê de 2 parlamenter ne di nav de, temamiya endamên Meclîsa Federal dengê erê bi kar anîn. Lê balkêş e di dema dengdanê de Serokwezîr Angela Merkel, hevparên koalîsyonê Serokê Giştî yê SPD'ê Sîgmar Gabrîel û Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steînmeîer ne amade bûn.