Li Mûsilê 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihadin ku di êrîşên li rojhilatê Mûsilê de ku ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin, 2 rojnamevanên Iraqê ku şerê bi DAIŞ'ê re dişopandin jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihadin ku di êrîşên li rojhilatê Mûsilê de ku ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin, 2 rojnamevanên Iraqê ku şerê bi DAIŞ'ê re dişopandin jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de ku di qenala televziyona Hûna Salahaddin de hat ragihandin, 2 xebatkarên wan di nava hefteyê de li Gundê Îmam Garbî di encama êrîşa DAIŞ'ê de hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rojnamevanên jiyana xwe ji dest dayîn bi navê nûçegihanê Tv Harm Hazza el Dûleymi û kamerevan Sûdad el Durî ye.
Nehat ragihanidin rojnamevanan kengê jiyana xwe ji dest dane, hatibû gotin çeteyên DAIŞ'ê di nava hefteyê de êrîşî gund kirîbûn û gelek sivîl revandibûn. Operasyona yêkineyên artêşa Iraqê ya ji bo ku çeteyan derxînin didome.
Di seatên şevê din de berdevkê Wezareta Karê Hundir ê Iraqê Saad Maan daxuyaniyek da û agahî da ku rojnamevan û polîsên ku li gund di bin dorpêça çetayan de ne hatine rizgarkirin.
Gundê Îmam Garbî ku 2 rojnamevanên Iraqê lê hatibûn qetilkirin girêdayî wîlayeta Selahaddine û 60 kîlometre dikeve rojhilatê Mûsilê.
Di meha derbasbûyî de ji 2 rojnamevanên Fransî û alîkarê wan yê Iraqê ku Operasyona Mûsilê dişopandin, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabûn.