2 roj ma ji doza Demîrtaş re û cihê dozê hate guherandin!
Cihê rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate guherandin. Rûniştin wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were kirin.
Cihê rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate guherandin. Rûniştin wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were kirin.
Hikumeta AKP’ê ji bo astengkirina hevgirtina bi HDP’ê re her rêyê diceribîne.
Cihê rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ya di 7’ê Kanûnê de hate guherandin. Dihat payîn ku rûniştin li Edliyeya Sihhiyeyê bihata kirin. Lê dema 2 roj ma ji rûniştinê re, bi hinceta ‘ewlehiyê’ wê rûniştin li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were kirin.
DIXWAZIN HEVGIRTINÊ ASTENG BIKIN
Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî ligel ku berê li Edliyeya Sihhiyeyê bû, rakiribûn Sîncanê. Piştî vê biryarê tevlêbûna Yuksekdag a li dozê hatibû astengkirin.
Balkêş e ku piştî ji bo rûniştina Demîrtaş banga hevgirtinê dihat kirin, 2 roj beriya rûniştinê vê biryara guherandina cihê dozê hate dayîn.