2 jinên rojavahî ji 15'ê Sibata 1999'an ve reş girêdane

2 jinên rojavahî ji 15'ê Sibata 1999'an ve reş girêdane

Li Gerkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê jinên bi navê Esma û Eyhan Mûrad ku xwişkê hev in, ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê sibata 1999'an ve reş girêdane.

Li Girkê Legê jinên bi navaê Esma Mûrad û Eyhan Mûrad ji roja 15'ê sibata 1999'an ku Rêberê gelê Kurd Abdel Ocalan dîl hate girtin, reş girêdane. Derbarê şîniyê û girêdana reş de Esma Mûrad diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd raman û mejî daye jina Kurd ku beriya niha bindestbû.

Herwiha Mûrad dazanîn ku ew çi bikin wê nikaribin bersiva xebatên Ocalan ji bo azadiya jinan de bidin. Mûrad da diyar kir ku ji van sedeman wan ji sala 1999'an ve soz dane ku reş girêbidin û şîniyê îlan bikin. Her wiha Mûrad balkişand ku mebesta komplongera ew bû ku vîna gelê Kurd binpêbikin û got ''Dîlgirtina rêber Ocalan wê me bêtir bi hêzbike û baweriya me bi şopandina şopa Ocalan bêtir bike''.

Jina kurd Eyhan Mûrad destnîşan kir ku komplo ne li dijî rêberê Ocalan tenê bû, armanc ji komplê ew bû ku derbeyê li hemû gelê Kurd bixin. Her wiha Mûrad diyar kir ku ji ber wê ji 15'ê sibata 1999an ve kêf û şahî li xwe heram kiriye. Mûrad dazanîn ku ewê cilê xwe yê reş derxene heya ku rêberê gelê Kurd Ocalan serbest neyê berdan. Di dawiyê de Mûrad bang li hemû jinên kurd kir ku xwedî li fikir û felsefeya Ocalan derbikevin.