2 ji 3 jinên muxalîf ên Belarûsî li sirgûnê ne, yek jê girtî ye

Ji 3 jinên muxalîf ên Belarûsê, ku li ber Serokkomar Aleksandr Lûkaşenko rabûn, ya dawî hate destgîrkirin.

Marîa Kolesnîkova ku yek ji muxalîfên sereke yên Belarûsê ye, li nêzî sînorê Ûkraynayê hate destgîrkirin.

Servîsên ewlekariya sînor ragihandin ku Kalesnîkova û du muxalîfên pê re dema hewl didan welêt biterikînin hatine destgîrkirin.

Kolesnîkova hîn jî destgîrkirî ye. Kolesnîkova di çalakiyên protestoyî yên dijî Aleksandr Lûkaşenko de yek ji sê jinên muxalîf ên sereke bû. Yên din jî Svetlana Tîkhanovskaya û Veronîka Tsapkalo neçar man biçin sirgûnê.

Ji 9'ê Tebaxê û vir ve ku Serokkomar Aleksandr Lûkaşenko ji nû ve hate hilbijartin li Belarûsê çalakiyên protestoyî hene. Roja Yekşemê zêdeyî 100 hezar kes li paytext Mînskê daketin qadan. Herî kêm 633 kes hatin destgîrkirin.

Lûkaşenko yê 66 salî 26 sal in li ser desthilatdariyê ye. Lûkaşenko ku diyaloga bi muxalefetê re red ike, hewl dide piştgiriyê ji Moskowayê werbigire.

Di destwerdana li xwepêşandanên şermezarkirinê de sê kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn û zêdeyî 7 hezar kes hatin destgîrkirin.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bang li rêveberiya Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko kir ku muxalîfên berî û piştî hilbijartinên 9'ê Tebaxê hatin girtin berdin.