Parêzvanên Aştiyê: Em bi hêvî ne ku Onder wê têkoşîna xwe bidomîne
Platformên cuda yên aştiyê, ji bo Sirri Sureyya Onder ê ku li nexweşxanê tê dermankirin daxuyanî dan û gotin, “Em bi hêvîne ku Onder wê baş bibe û têkoşîna xwe bidomîne.”
Platformên cuda yên aştiyê, ji bo Sirri Sureyya Onder ê ku li nexweşxanê tê dermankirin daxuyanî dan û gotin, “Em bi hêvîne ku Onder wê baş bibe û têkoşîna xwe bidomîne.”
Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê, Hewldanên Civakî ya ji bo Aştiyê, Sînemevanên ji bo aştiyê xebat dimeşînin û Hewldana Mafan û Komeleya Lêkolînê ya Aştiyê ya QAD'ê, ji bo Serokwekîlê Meclîsê yê DEM Partiyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku piştî krîza dil tedawî dibe, daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniya der barê rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder de, bal hat kişandin ser rola wî ya di têkoşîna aştiyê de û hat diyarkirin ku ji ber agahiyên başbûna rewşa wî ya tenduristiyê ew kêfxweş in. Di daxuyaniyê de baweriya xurt ku wê Onder di demeke nêz de seheta xwe baş bibe û têkoşîna xwe ya aştiyê bidomîne hate diyarkirin û peyama, “Li ber xwe bide dostê hêja, ji bo aştiyê û ji bo welatê me li ber xwe bide” hate parvekirin.