2 jê rojnamevan 12 kes hatin girtin
12 kesên di operasyona dijî ESP, SGDF, EHBP û ETHA'yê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
12 kesên di operasyona dijî ESP, SGDF, EHBP û ETHA'yê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger (SGDF), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) roja 19'ê Cotmehê operasyon hatibû kirin. Di operasyonê de edîtora ETHA'yê Îsmînaz Temel û nûçegihana ETHA'yê Havva Cûştan jî hatibûn binçavkirin.
Binçavkirî duh derketin pêşberî dadgehê. Dadgehê biryara girtina 12 kesan da.
Kesên hatine binçavkirin ev in: Îsmînat Temel, Havva Cûştan, Ozgen Sadet, Onûr Bînbîr, Hunkar Yûrtseven, Îlhan Aslan, Îsmaîl Geçkîn, Ozlem Gumuştaş, parêzer Sezîn Ûçar, Erkan Kakça, Meral Tatar û Mazlûm Demîrtaş.