2 girtiyên din jî piştî 32 salan hatin berdan

Ahmet Başboga û Şakir Akkurt ên ku li Antalyayê girtîbûn, piştî 32 salan hatin berdan.

Ahmet Başboga û Şakir Akkurt piştî 32 salan ji Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê hatin berdan. Başboga û Akkurt di sala 1993'yan de bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hatin girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Her du girtî îro hatin berdan. Başboga û Akkurt, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hatin pêşwazîkirin.  

Başboga û Akkurt, diyar kirin ku ji rexekî ve keyfxweş û ji rexekî ve jî xemgîn in û gotin ku ew piştgiriyê didin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Başboga û Akkurt hêvî kirin ku hemû hevalên wan ên girtî bên berdan.

Başboga ber bi Manîsayê ve û Akkurt jî ber bi Êlihê ve bi rê ket.