Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

2'emîn Konfaransa Tenduristiyê ya Qamişlo hate lidarxistin

2'emîn Konfaransa Tenduristiyê ya Qamişlo hate lidarxistin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê bi beşdariya bi sedan pijijk û karmendên tenduristiyê konfransa 2'emin a Encumena Tenduristiyê ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin. Di konfransê de Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed jî amede bû.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Konfransa 2'emîn a Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Konfransê bi beşdariya sedan pijijk û karmendên tenduristiyê pêk hat. Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed tevlî konfransê bû. Konfrans bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, diwana rêvebiriya konfransê hatin hilbijartin.

Piştre axaftina Encumena Tenduristiyê hate kirin. Di axaftinê de bal hate kişandin li ser rewşa heyî ya li Suryê û Rojavayê Kurdistanê. Bi taybetî qala zehmetiyên ku di warê tenduristiyê de hene, hate kirin û hate gotin ku derman û şîrên zarokan kêm e.

Endama Desteya Bilind a Kurd Sîmem Mihemed jî axivî û diyar kir ku ew wek Desteya Bilind a Kurd bi hemû hêza xwe ewê Encumena Tenduristiyê destek bikin. Piştî nîqaşan  gelek biryarên giring derbarê rewşa tenduristiyê û rêxistin kirinê de hatin standin.

Piştre biryar yek bi yek careke din hatin xwendin û li ser van biryaran nîqaş hate kirin. Herwiha di nava nîqaşan de sedemên koçberiya pijijkan a ji Rojavayê Kurdistanê û rêbazên parastina pijijkan ji kesên ku mirovan direvînin hate xwestin. Biryarên giring ên konfransê ev in:

1- Encumena tenduristiyên sipasiya hemû pijijk û karmendên tenduristiyê yên ku di berxwedana li Serêkaniyê de beşdarbûn û li kêleka şervanên YPG'ê heta dawiyê sekinîn.

2- Ji Desteya Bilind a Kurd hate xwestin ku Encumena Tenduristiyê yê bajarê Qamişlo wek saziyên sivîl yên girêdayî desteyê were hesab kirin.

3- Banga berfirehkirna Encumena Tenduristiyê hate xwestin û heta ku Encumena Tenduristiyê ya girêdayî Encumena niştimanî kurdî cihê xwe di nava Encumana Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo de bigre.

4- Avakirina komîteyeke taybet a têkiliyan ku bi rêxistinên tendirustiyê yên navnetewî re, mîna Rêxistina Pijijkên Sînor Henas, Rêxistina Xaça Sor a Navnetewî û Rêxistina Tenduristiyê ya Navnetewî alîkariyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bixwaze.

5- Avakirina nexweşxaneyekê li bajarê Qamişlo ku karibe bêpere xizmeta gelê bajêr bike, yan herî kêm bi buhayeke sembolîk.

6- Bangawaziya ji welatên cîran, rêjîmê û Artêşa Azad daku ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê rabikin, ji bo ku gelê herêmê karibe bi hêsanî pêdiviyên xwe yên wekî derman, şîrê zarokan û xwarinê temîn bike.

7- Şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdala Ocalan û daxwaza başkirina rewşa Ocalan ya jiyanî û tenduristî ji saziyên mafê mirovan û rêxistinên li dijî îşkenceyê.