191 kes tevlî nava refên YPG'ê bûn
191 kes tevlî nava refên YPG'ê bûn
191 kes tevlî nava refên YPG'ê bûn
Li hermên Efrîn, Tiltemir û Kobanê 80 ji wan jin bi giştî 191 kes tevlî nava refên Yekîneyên parastina Gel (YPG) bûn.
Piştî ku rêxistinên Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parstina Gel (YPG) li dijî êrîşên li ser herêmê banga seferberiyê kirin, tevlîbûna nava refên YPG’ê jî zêde bûn.
Li Akademiya Şehîd Xebat a herêma Efrînê dewreya perwerdeyê ku 31 kes tevlî bûn, bi merasimekê bidawî bû. Di merasima ku Fermadarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo jî beşdar bû de, ciwanan sozên xwe dan û tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Hate hînbûn ku li herêma Efrînê, 8 komên ciwanan jî niha di perwerdeyê de ne.
Li bajarê Kobanê jî 80 şervanên jin piştî ku pewerdeya xwe bidawî kirin tevlî nava refê YPG'ê bûn.
Li bajarê Tiltemirê jî 80 kesên ku tevlî nava refên YPG'ê bûn tabûra bi navê Şehîd Şiyar Qamişlo ava kirin. Tabûr dê ji bo piştgiriya YPG'ê li bendên kontrolê nobetê bigire.