17 kesên di merasîma Gokçek de hatibûn destgîrkirin hatin berdan

17 kesên di êrîşa polîsan ya li ser merasîma cenazeyê endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek de hatîn destgîrkirin û sewqî edliyeyê kiribûn, bi şertê qedexeya derketina ji derveyî welat hatin berdan.

17 kesên di êrîşa li ser merasîma Îbrahîm Gokçekê endamê Grup Yorum yê ku ji bo rakirina qedexeya li ser konserê û zextên dewletê ya li ser hunerê piştî rojiya mirinê ya 323 rojan û şûnde rakiribûn nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dayî de bi êskenceyê hatîn destgîrkirin, rakirin edliye yê.

Lêpirsina ji aliyê parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum û gelek parêzeran ve dihate şopandin, 17 kesên ku parêzer û endamên Grup Yorum jî di nav de, bi şertê qedexeya derketina ji derveyî welat hatin berdan.