16 rêxistinên ciwanan li dijî qedexeya PKK’ê biryara têkoşînê da
16 rêxistinên ciwanan li dijî qedexeya PKK’ê biryara têkoşînê da
16 rêxistinên ciwanan li dijî qedexeya PKK’ê biryara têkoşînê da
Rêxistinên xwendekar û ciwanan li Zanîngeha Hannover a Almanyayê, piştî nîqaşên du rojan biryara têkoşînê ya li dijî qedexekirina PKK’ê ya Almanyayê biryar girt.
Rêxistinên xwendekaran yên kurd, tirk, alman û tamîlan ku li Almanyayê faliyetan dimeşînin di navbera 9-10’ê mijdarê de di konferansa bi navê ‘Çareseriya Pirsigrêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de’ hatin cem hev.
Nêzî 100 xwendekarî ji zanîngehên cuda yên welat, du rojan pêvajoya çareseriya demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de îlan kiribû nirxandin. Xwendekaran her wiha li ser Berxwedana Gezî, Şoreşa Rojava û qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê ku ket sala 20’an nîqaşên berfireh meşandin.
Tezên Konfederalîzma Demokratîk ya Ocalan mijara sereke ya nîqaşan bû û di konferansê de polîtîkayên zextxwar yên Almanyayê hatin rexnekirin û peyama piştevaniyê ya bi gelê kurd re hat dayîn.
DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZM Û NÎJADPERESTIYÊ TÊBIKOŞIN
Di encamnameya konferansa du rojan de hate diyar kirin ku gelek rêxistinên ciwanan hatine cem hev û ev gelek girînge. Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Em rêxistinên ciwanan yên demokrat, pêşdeçûyî û enternasyonalîst di konferansê de hatin cem hev û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Yek jivan bê guman paradîgmaya nû ya Tevgera Azadiya Kurd ‘Konfederalîzma Demokratîk’ bû. Dîsa çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hate nîqaşkirin. Li gorî me ev asta van nîqaşan gelek girîng bû.
Di encamnameyê de hate diyar kirin ku li Almanyayê newekhevê heye û wiha hate gotin: “Li Almanyayê pirsgirêkên cidî hene. Ji ber vê em rêxistinên ciwanan divê li dijî vê têbikoşin û bibin xwedî helwest. Di pêvajoya pêş de divê em rêxistinên ciwanan li dijî kapîtalîzm, nîjadperestî, faşîzm û zayenda civakî têbikoşin. Ev dê xebatên me yên sereke bin. Ji bo vê konferansa me ya îro hatiye kirin divê bi vê sînor nemîne û divê em berfirehtir bikin.
BIRYARÊN DI KONFERANSÊ DE HATINE GIRTIN WIHA NE
Di Konferansa ku Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Parlamentoya Ciwanên GiştÎ ya Zanîngeha Hannover, Komîsyona Xwendekarên Biyanî ya Zanîngeha Hannover, Baskê Ciwanan ya Partiya kesan -Nidersachsen, Ciwanên Hannover, Young Struggle, SDS, Die Linke (Göttingen), Jugendverband Rebell, BAK Die Linke, KSK (Göttingen), Gruppe Atesh Hamburg, DİDF-Ciwan, Ciwanên Partiya Karkeran a Sosyalîst ya Almanyayê (SDAJ), Ciwanên Demokratîk ya Nû (YDG ), Tamil Youth Organisation Germany tevli bûn de ev biyar hatin girtin:
-Li dijî qedexeya PKK’ê ya li Ewropayê têkoşîn û di vê çarçoveyê de meşa ku ji aliyê Tatort-Kurdistanê ve hatiye organîzekirin de piştgirî dayîn.
-li Ewropayê ji bo Newroza 2014’an delegasyona hevpar bişînin Kurdistanê û ji bo hilbijartinên herêmî piştgirî bidin HDP-BDP’ê.
-Di sala pêş de konferanseke hêj bêtir berfireh û enternasyonalîst pêk bê.