16 girtî ji Êlihê hatin surgunkirin
16 girtî ji Êlihê hatin surgunkirin
16 girtî ji Êlihê hatin surgunkirin
Zextên rejîma AKP’ê ya li ser girtiyan didome. Ligel bertekan û greva biçîbûnê ya didome ji Êlihê girtiyên siyasî bi hinceta cih tenge surgun kirin.
Polîtîkaya surgunê ya AKP’ê ya li ser girtiyan kurtir dibe. Girtiyn siyasî bi kîlometreyan ji malbatên wan dur, tên tecrîdkirin. Hate hînbûn ku 16 girtiyên siyasî bi hinceta cih tenge surgunê girtîgeh Tîpa F ya Tekîrdagê.
Malbatê ku agahî girtin,vê sibê çûn ber girtîgehê û bûyer protesto kirin.malbatan li ber girtîgehê wêneyê Salîh Şîmşekê ku lingê wî tunebû hildan.
Malbatan demê bi hestiyar jiyan û pişgre girtî bi komên ji 8 kesî pêk dihat derxistin û li wesayîtên rîngê siwar kirin. Dayikek li pey rîngê reviya û ev bû sedema hestiyar bûnê. Hinek jinan li ser wesayîtan xwe kirin mertal. Xizmên girtiyan rondikên çavan barandin.
Salîh Şîmşek jî lingekî wî tunebû û parêzerê wî Kemal Uner bertek nîşanê bûyerê da û got ji bo biryar xera bibe serî li dozgeriya Êlihê dane lê biryar xera nebûye.
Li gorî agahiyên girtin Alî Aykaç, Celal Aykaç, Delil Yilmaz, Ercan Tunç, Ferhat Yildirim, Habip Tekin, İsmail Yuksel, Mazhar Çinar, Mehmet Acar, Melek Çurpan, Muslum Temel, Ridvan Çoban, Salih Şimşek, Serdar Şahin, Suleyman İlik û Veysel Yurek hatine surgunkirin.
LI SÊRTÊ ASTENGÎ
Îro sibê girtiyên girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bi hinceta lêgerînê bi malbatên wan re hevdîtina wan pêk neanîn. Li îxbarekî hate hînbûn ku ji bo lêgerînê gelek leşker sewqî girtîgehê kirin. Piştî parêzeran bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin, hat hînbûn ku dê piştî nîvro hevdîtinê pêk bînin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME
Li girtîgeha Wanê bi armanca van pêkanîna prosteto bikin greva hatibû destpêkirin didome. Greva 48 girtiyan ketiye roja 15’emîn.
Meral Daniş Beştaş di nîşeya xwe ya der barê bêdadî ya li girtîgehan tê jiyîn de da zanîn ku bi taybet pêkanînên li ser girtiyên nexweş her diçe zêde dibe.Beştaş da zanîn ku binpêkirina mafan ji darazê dest pê dike heta temam kirina înfaza cezayan didome û got divê dawî li van nêzîkatiyên ku rumeta mirovahiyê dişikînin. beştaş diyar kir ku ji ber bêhestiyariya wezareta dadê û saziyên têkildar yên Tirkiyeyê divê rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî bikevin nava tevgerê.