15 girtî sirgûnî girtîgeha nû ya li Panosê hatin kirin
Li Girtîgeha Gumuşhaneyê, di nava 20 rojên dawî de cihê 89 girtiyan hate guhertin. 15 girtî sirgûnî girtîgeha Agiriyê hatin kirin ku hê jî 'Tîpa wê nediyar e'.
Li Girtîgeha Gumuşhaneyê, di nava 20 rojên dawî de cihê 89 girtiyan hate guhertin. 15 girtî sirgûnî girtîgeha Agiriyê hatin kirin ku hê jî 'Tîpa wê nediyar e'.
Piştî ku Rewşa Awarte hate ragihandin, hejmara girtiyan gihîşte 200 hezarî. Bi zêdebûna hejmarê re girtîgehên nû hatin çêkirin û girtî sirgûnî van girtîgehan hatin kirin. Girtiyê bi navê Emrah Zoroglû yê li girtîgeha li navçeya Panos a Agiriyê, ku berî demeke kin hate vekirin, nameyek ji dîhaberê re şand û qala pêkanînên li vê derê kir.
DI NAVA 20 ROJAN DE 89 GIRTÎ HATIN SIRGÛNKIRIN
Zoroglû ku roja 16'ê Tebaxê ji Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê hate sirgûnkirin wiha got, "Em 15 heval hatin girtîgeha Panosê. Lê belê ji Girtîgeha Gumuşhaneyê di nava 20 rojan de 89 heval hatin sirgûnkirin. Niha 14 girtiyên siyasî li Gumuşhaneyê mane û ew jî li benda sirgûnkirinê ne. 60 heval sirgûnî Xarpêtê hatin kirin. Em 29 heval bi rê ketin, 15 ji me şandin Girtîgeha Agiriyê. Ev der girtîgeheke ku nû vebûye. Tîpa wê nediyar e!"
Zoroglû anî ziman, beriya wan 30 girtî ji girtîgehên Baybûrt û Mûşê sirgûnî Girtîgeha Panosê hatine kirin û got, "Pêkanînên Rewşa Awarte dewam dikin. Li vê derê tê gotin ku her tişt 'qedexe' ye. Pênûsê jî nadin. Êdî mijarên din em ê bi demê re par ve bikin. Cihekî ku bi temamî li ser qedexeyan hatiye avakirin. Hevdîtinên vekirî li her cihî mehê carekê ye, lê li vir du mehan carekê ye. Li her cihî mafê axaftina bi telefonê hefteyê carekê ye, li vir du hefteyan carekê ye."
15 kesên ji Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê sirgûnî Girtîgeha Panosê hatin kirin ev in: "Emrah Zoroglû, Emre Yalçin, A. Bakî Ozboganli, Çekdar Odungît, Bîlal Sariçakmak, Cahît Akil, A. Samet Erdem, Abdurrahman Îverendî, Enver Okdem, Devran Aslan, Ahmet Demîrel, Cengaver Aykûl, Beytûllah Aldirma, Dîlaver Taşdemîr, Faîk Argiş."