15'ê Tebaxê li Hannover û Peîne hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê, li bajarên Hannover û Peîne yên Elmanyayê hat pîrozkirin.
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê, li bajarên Hannover û Peîne yên Elmanyayê hat pîrozkirin.
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê, li bajarên Hannover û Peîne yên Elmanyayê hat pîrozkirin.
PEÎNE
Çalakiya li hewşa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Peîne hat lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê destpê kir. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd. Qisekeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Piştre stran hatin gotin, govenda hat gerandin û pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.
HANNOVER
Li Hannoverê jî Cejna Vejînê û rizgariya Minbicê ji aliyê ciwanên Kurd ve li Herrenaûsergartenê hat pîrozkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî tevlî vê pîrozbahiyê bû û ji girseya gel re axivî. Sariyildiz diyar kir, zilma li Kurdistanê li gelê Kurd tê kirin dewam dike û destnîşan kir, ku gelê Kurd li her cihî destana berxwedanê dinivîsîne.
Çalakî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.