BI DÎMEN

15'ê Tebaxê li Adigeyê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Çalakî li salona konserê ya Mala Çandê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. 

Piştre li mesaja Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan a ji bo Kurdistaniyên li Rûsyayê şand, hat temaşe û guhdarîkirin.

Di çalakiyê de, ku ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê-Agirî û Organîzasyona Jinên Kurd li Krasnodarê-Bêrîtan ve hat organîzekirin, Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn li ser wate û girîngiya rojê axivî.

Huseyîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Divê em Rêberê xwe azad bikin." Huseyîn ji Yekîtiya Ewropa, Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka xwest, ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin navberê.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar û ji rêveberên Organîzasyona Jinên Kurd li Krasnodarê Mizgîn mafê axaftinê girtin û li ser girîngiya rojê axivîn. 

Li dû axaftinan, hunermend Nûarîn, Roj Azad, Barî, Aynûr, Koroya Zarokan û koma govendê derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.

...