14 sazî: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin

14 saziyan ji bo girtiyê nexweş ê 72 salî Mehmet Emîn Çam daxuyanî dan ku ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê û xwestin, mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin.

Li Sêrtê 14 sendîka, komele, rêxistinên pîşeyî ji bo girtiyê bi nexweşiya giran ê 72 salî Mehmet Emîn Çam daxuyaniyek dan ku li Girtîgeha Tîpa Beşîrî di 24'ê Gulanê de krîza dil derbas kir, rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Batmanê, anjiyo bû û doh careke din birin nexweşxaneyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber krîza dil a Çam ew ji bo girtiyên din ên nexweş jî bi fikar in û hate gotin, girtiyên nexweş ên ku bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe dewam bikin, mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin û daxwaza rawestandina ceza jî tê redkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber raporên 'alîgir' û 'dûrî ji zanistiyê' yên Saziya Tipa Edlî, dema girtinê ya girtiyên nexweş tê dirêjkirin û nexweşiyên wan jî giran dibin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku têkildarî girtiyên nexweş rapor li nexweşxaneyên dewletê yên berfireh, nexweşxaneyên lêkolîn û perwerdeyê, saziyên tenduristiyê yên nexweşxaneya zanîngehê bêne amadekirin û li gorî van raporan jî cezayê girtiyên nexweş bê rawestandin.

Her wiha hate xwestin, girtiyên bi nexweşiyên giran tavilê bêne berdan û mafê wan ê jiyanê bê parastin.

SAZIYÊN KU DAXUYANÎ DANE

Saziyên ku daxuyanî dane bi vî rengî ne: "Sendîkaya Kedkarên Posta û Ragihandin Weşan û Çapemeniyê (Haber-Sen), Komeleya Çand û Ziman a Botanê (Botan-Der), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Sêrtê, Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Şaxê Sêrtê, Civata Rojnamevanan a Sêrtê, Baroya Sêrtê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyên Giştî (TUM-BEL-SEN) Nûnertiya Bajarê Sêrtê, Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Şaxê Sêrtê, Sendîkaya Kedkarên Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Şaxê Sêrtê, Sendîkaya Mamosteyan Şaxê Sêrtê, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran (TMMOB) Nûnertiya Bajarê Sêrtê, Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê Baskê Xizmetên Sewalkarî û Hawirdor, Daristan û Çandiniyê (Tarim Orkam-Sen) Nûnertiya Bajarê Sêrtê."