21 HDK'î li Tekîrdagê hatin girtin

Ji 24 HDK'iyên ku li Tekîrdagê hatibûn destgîrkirin, 21 jê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de, di 23'yê Gulanê de li gelek bajaran di avêtin ser mala de 24 kes hatibûn destgîrkirin. 24 kesên ku endam û rêveberên pariyên siyasî û rêxistinên civaka sivîk ên di bin banê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê.

Kesên hatin destgîrkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Piştî îfadeya li Midûriyeta polîsan 21 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 3 kes jî hatin berdan.

Kesên hatibûn destgîrkirin ev bûn: “Servet Taşkin, Rahmi Diren, Cezmi Yaman,  Turgut Haskan, Turgut Gokçe, Çetin Kale, Adnan Kurt, Ceylan Deniz Adiyaman, Senem Ozbey, Zubeyde Karaoglan, Mehmet Akyurek,  Ayla Eroglu,  Omer Faruk Kirniç, Aytekin Bulut, Ayşe Yolkesen, Hilmi Karaoglan, Seza Büyükkiliç, Sinan Goksel û 2 kesên navên wan nehat hînkirin."