14’emîn konferansa giştî ya PJAK’ê hate lidarxistin

Îro 14’emîn konferansa giştî ya Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistan (PJAK), li Navenda Civaka Demokratîk ya Den Haag li Hollanda hate lidarxistin.

Îro 14’emîn konferansa giştî ya Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistan (PJAK), li Navenda Civaka Demokratîk ya Den Haag li Hollanda hate lidarxistin.

Konferans bi sirûda neteweyî Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Nûnerê PJAK’ê rêzdar Hecî Ehmedî axaftina destpêkê kir û bi kûrahî û berfirehî rewşa siyasî û civakî ya li çar aliyên Kurdistanê nirxand.

Piştre nûnerê PYD-Hollanda, endamê Komîteya Yekîtiya Niştîmanî li Hollanda û endamê Birê Demokrasî Gel mafê axaftinê  wergirtin û pîrozbahî û piştgiriya xebata PJAK’ê îfade kirin.

Piştî navberê, berpirsyara Tevgera Jinên Azad ya Hollanda Zozan Serhed, giringî û taybetmendiya şoreşa Kurdistanê ya ser xeta birêz Ocalan ji beşdaran re rave kir û li hemberî desthilatdarên ku tu nasnameyên gelan qebûl nakin, banga hişyariyê kir.

Dûre ji bo ku beşdar fikr û ramanên xwe îfade bikin û pirsan ji rêzdar Hecî Ehmedî bikin mafê axaftinê hate dayîn.