13 xwendekarên tibê serbest hatin berdan

13 xwendekarên tibê serbest hatin berdan

1'emîn rûniştina doza 13 jê girtî 43 xwendekarên tibê yên di bin navê "KCK"ê de tên darizandin li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê hate dîtin. Heyeta dadgehê dîsa parastina Kurdî red kir û piştî 6 mehan 13 xwendekarên girtî serbest berdan.

Di 6'ê Hezîranê de li 7 bajaran û li dijî xwendekarên Tibê yên Zanîngehên Gazî Ankara û Hacettepe di bin navê operasyona KCK'ê de 43 xwendekar hatin binçavkirin. Ji 43 xwendekaran 13 xwendekar hatibûn girtin. 1'emîn rûniştina doza 13 jê girtî 43 xwendekarên tibê yên di bin navê "KCK"ê de tên darizandin li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê hate dîtin.

Rûniştina xwendekaran ku ji serê sibê de bi xwendina nasnameyan destpê kir, piştî nîvro jî bi îdîanameyê berdewam kir. Di rûniştinê de xwendekarên bi navê Birhat Şimşek û Perişan Akan diyar kirin nexweşin û xwestin derman bigirin. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza xwendekaran red kir. Li gel ku doktorên salonê jî xwestin ku derman bên dayîn dîsa heyeta dadgehê daxwaza dermanan red kir.

Pişti xwendekaran parastin kir Prz. Pinar Akdemir, parastin kir û anî ziman ku, xwendekar bi vîna xwe tevlî çalakiyên SES TBB''ê bûne û ev yek mafê wan yê hiqûqî ye. Prz. Ozturk Turkdogan anî ziman ku, bi zagonan mafê welatiyan ên xwepêşandanan hatiye parastin û ev mafekî demokratîke. Parêzeran sûcê di derbarê xwendekara de red kir. Dozger xwest Zulkuf Akelma, Ozgur Mert Bakan, Mustafa Akin, Mehmet Aydin, Birhat Şimşek, Ahmet Karer û Fatih Sultan Altin girtina wan berdewam bike û bên darizandin.

Heyeta dadgehê piştî navberê di derbarê 13 xwendekaran de biryara taliyê da û doz taloqî 4'ê Adara 2013'an kir. Xwendekarên serbest hatin berdan wiha ne: "Tuncay Gokçen, Ahmet Demirer, Birhat Şimşek, Mehmet Aydin, Mehmet Budak, Mustafa Akin, Ozgur Mert Bakan, Fatih Sultan Altın, Recep Kar, Zulkuf Akelma, Perişan Akan, Mustafa Karakut, Ahmet Karer.