115 mamostayan li Xormato dibîstan boykot kirin

115 mamostayan li Xormato dibîstan boykot kirin

Ji ber sedema bipaşguhxistina hikûmeta navendî ya Îraq’ê û sê mehe mûçe nayê dayîn, 115 mamostayên Kurd li dibîstanên Xoramto, îro serê sibehê neçûn ser kar û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Îro li navçeya Xormato ya ser bi bajarê Kerkûkê 115 mamostayên Kurd, ku ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine erkdar kirin, bi sedema ku 3 mehe muçe nayên dayîn û ji aliyê hikûmeta navendî ya Îraq’ê ve jî li halê wan nayê pirsîn, îro serê sibehê neçûn dibîstanan û wane nedan xwendekaran.

Yek ji mamostayan da diyar kirin ku, gelek caran serî li aliyên peywendîdar dane, lê belê tû bersîvek negirtine. Herwiha wî mamostayî da diyarkirin ku, gelek ji wan mamostayan ji berkû xwedî zarok û malbatin rewşekî xerab ya aborî jiyan dikin. Ji bona wê, ji bo nerazîbûn lihimber aliyên peywendidar nîşan bidin, wana serî li vê boykotê dane.