11 welatên li G20’an ligel mudaxaleya leşkerî ne

11 welatên li G20’an ligel mudaxaleya leşkerî ne

Welatên tevli Zîrveya G20 ya li bajarê St. Petersburg a Rûsyayê civiyan jê 11 heban bi deklarasyoneke hevpar, beyî ku erêkirina Konseya Ewlehiyê ya NY’ê hebe, diyar kirin ku ew ligel mudaxaleya li hemberî Sûriyeyê ne.  Koma bi pêşengiya Fransa û DYA’ê ku piştgiriya rayagiştî ya cîhanê nagire, bi blokek ku serkêşiya wê Rûsya dike re rû bi rû ne.

Qesra Sprî daxuyaniyek da û got: “Suudî Erebîstan, Avustralya, Kanada, Başûrê Koreyê, Ispanya, DYA, Fransa, Îngîlîstan, Îtalya, Japonay û Tirkirkiye di Zîrveya G20’an de deklarasyoneke hevpar qebûl kirin.

Welatên îmze avêtin dan zanîn ku dê her tim li gorî biryara Konseya Ewlehiya NY’ê tevbigerin û got ev du sal û nîve Konsey xetimiriye. Di deklerasyonê de wiha hate gotin: “Cîhan nekare li bende êş û bê îstîkrarbûna herêmê bisekine. Em piştgiriyê didin hewldanên Dya û welatên din.

Di nava welatên îmze avêtin de Suudî Erebîstan, Tirkiye, Fransa û Îngîlîstan ji serî de piştgirî dida komên çekdar yên li dijî Esad. Suudî Erebîstan û Tirkiye piştgiriya xwe ya aborî, leşkerî û dîplomatîk bi awayekî aşkera nîşan dide. Parlamentoya Îngîlîstanê mudaxaleyeke leşkerî erê nekiribû.

 OBAMA: KONSEYA NY’Ê XITIMIYE

Serokwezîrê DYA’yê Obama piştî zîrveyê daxuyaniyek da û got: “Heta erêkirina konseya ewlehiya NY’ê tunebe serî li mudaxaleyê dayîn nayê qebûlkirin lê ev rêgez di bêçalakînbûna konseyê de bi rêve naçe. Konseya NY’ê di pratÎkê de di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de xitimiye.

 Her wiha Obama got ji Kongreya Amerîkayê jî biryarek êrêkirinê girtin gelek zehmete tê payîn ku kongrey hefteya pêş ji bo mudaxaleya leşkerî  dengê xwe bikarbîne.

FRANSA DÊ LI BENDE KONGREYA DYA Û RAPORA NY’Ê BE

Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ku di şopa DYA’yê de diçe, îdia kir ku ew tenê nemaye û got di çarçoveya nêrîna Konseya Ewlehiya NY’ê de mudaxalekirin baştire. Hollanda da zanîn ku dÊ li bende rapora mufettîşên NY’ê  û Kongreya Amerîkayê bin.

Hollande her çiqas bêje ne tenê ye jî, heta biryara Konseya NY’ê ya ji welatên Yekitiya Ewropayê tunebe, piştgiriya bo mudaxaleyê nîne.

HELWESTA RÛSYAYÊ NE GUHERÎ

Serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bi Obama re li St. Petersburgê hevdîtinek pêk anî. Putîn got hevdîtin baş derbas bûye û lê alîgir li ser pozîsyona xwe mane.  Putîn got: “Çi dibe bila bibe ev diyalogek bû. Em hev û din fêm dikin.  Em argumanan fêm dikin. Ez argumanên wî qebûl nakim, ew jî yê min. Lê em hev û din guhdarî dikin.”