11 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin

Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê 2 jê jin 5 girtiyan, li Girtîgeha Kepsutê ya Balikeserî jî 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiyên jin ên bi navê Gûrbet Ozturk û Hacîre Çay û 3 girtiyên mêr diyar kirin ku ji 30’ê Adarê û vir ve dest bi greva birçîbûnê kirine.

Hat diyar kirin ku girtiyên jin ên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, ji Amedê sirgunî Antalyayê hatibûn kirin.

Li Girtîgeha Kepsutê ya Balikesirê jî 6 girtiyan bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku ji îro û pê ve wan jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.

Hate hînbûn ku 15 girtiyên li Girtîgeha Wanê ketibûn greva birçîbûnê sirgunê girtîgeha Bandirmayê hatine kirin. Bal hat kişandin ku girtî di Girtîgeha Bandirmayê de tên tazîkirin û ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin.

Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger gihişt 87’an.