104 rewşenbîr: Divê pêvajoya zelaltir bibe

104 rewşenbîr: Divê pêvajoya zelaltir bibe

104 rewşenbîr li Stenbolê hatin cem hev û piştgirî dan hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin û gotin: “Heta ku derfet hebe divê pêvajo bê zelalkirin. Ev hewcedariyeke mezine.” Rewşenbîran da zanîn dê xwedî li pêngavên demokratîk derkevin û bang li hemû kesî kirin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û berpirsyar tevbigerin.

Li ser banga Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê  rewşenbîr hatin cem hev û pêvajoya aşatiyê nirxandin.  Civîn li Otele Hîl a TaksÎîmê pêk hat. 

Helbestkar Ahmet Tellî, rojnameger Alî Bayramoglu, rojnameger Alatan Oymen, akademîsyen Buşra Ersanli, cigirê musteşarê berê yê MÎT’ê Cevat Oneş, gerînendeyê giştî yê Mîllîyetê Derya Sazak, nivîskar Erdogan aydin, ji Hewldana Jinan a Başkent Fatma Bostan Unsal, endamê Konseya Navenda TTB Huseyîn Demîrdîzen, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Metîn Ebeturk, hunermend Mujde Ar, rojanemger Nuray Mert, Orhan Dînk, Prof Dr Gencay Gursoy, Prof Dr Mehmet Bekaroglu, Prof Fuat Keyman, Prof Turgut Tarhanli, gerînendeyê gitşî yê rojanema Agosê Rober Koptaş, nivîksar Tarik Ziya Ekîncî, nivîskar Vedet Turkalî, wezîrê berê Ziya Halîs jî di navde bi giştî 104 rewşenbîr, hunermend û akaddemîsyen ku îmzeya wan li bin metna nivîskî hebû hat aşkerakirin û bi sernavê ‘Em piştgiriyê didin aştiyê’ forum pêk hat.

Berdevkê Meclisa Aştiyê Hakan Tahmaz axafitina vekirinê kir û merasîma oxurkirina li Amedê  careke din nîşan daye ku di şer de qezenc pêk nayê di aşatiyê kes wenda nake. Tahmaz got xeta wan ya sor hewldanên çareseriya şîdetê ye û got divê ev derfet neyê wendakirin.

Piştî metna ku îmzeya 104  rewşenbîran lê hebû hat xwendin. Metn ji aliyê Necmiye Alpay ve hat xwendin. Di metnê de wiha hat gotin:

“Em welatiyên ku ji bo civaka me demokratîk bibe di n ava hewldanan de ne, liser geşedanên dawî me hewcedarî bi vê daxuyaniyê dît.

Hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re  bi awayekî cidî deriyê aştiyê ku em dixwazin vekirî ye.  Pêşveçûna vê pêvajoyê dê aramî û baweriya vê civakê zêde bike.

Hewcedarî bi vê yekê  yeke ku divê pêvajo zelaltir û baştir be.  Ji Meslîsê bigire heta hemû aliyan divê hemû kes bibin parçeyeke pêvajoyê û ev  yek dê çareseriyê hêsantir û mayînde bike.

Em di vê mijarê de xwedî li pêngavên demokratîk derdikevin.  Bê guman peywir dikeve ser milê hemû kesî.  Em wek kesên ku bi salanin ji bo vê hewl didin, divê em ji paşeroja xwe dersan derbixin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”

Piştî xwendina metnê derbasî beşa kesên îmzeyan davêje;

GER DEMOKRASÎ TUNEBE AŞTÎ TUNEYE

Nivîskar Tarik Ziya Ekîncî wiha got: “Hêvî û daxwazên me eve ku aştî pêk were.  Aştî hemû cureyê şîeta nava civakê dê tune bike. Birçîbûn jî şîdete, xizanî jî.  Heta ev ji holê ranebe ne mumkune ku aştiyeke gerdunî di civakê de cih bigire.  Divê şer rawesta û xwîn nerêje. Me hemûyan bêriya aştiyê kiriye.  Dê Tikriye bi vê qezenc dike.

Meclisa Aştiyê di vaî alî de hewldanên mezind dide.  Meclis di mijara şatiyê de cesareta wê zêde bûye.  Lê avabûne ku bihêle ev ceseret din ava civakê de bidome tune. Yanî di civakê de demokrasî tune.

Serokwezîr dem bi dem di alî aştiyê de dibe xwedî helwest lê roja din dîsa rewşa xwe ya her tim didomîne.  Ji bo aştî pêk ewer divê demokrasî pêş bikeve. Serokwezîr dem bi dem pir tund diaxive.  Carna jî nerm dibe.”

AŞTÎ NE KU DU RÊBER DESTÊ HEV BIGIRE YE

Midûrê Giştî yê KONDA Bekî Agirdir jî da zanîn ku aştî ne ku du lîderên siyasî dest bidin hev e û  got divê aştî bi hevre bê înşakirin.  Agirdir da zanîn ku êdî îhtîmala şûnde gav avêtinê an jî li cihê xwe mayîn ne mumkune got divê aktorên siyasî cesareta wan bê zêde kirin. Agirdir der barê çareseriyê de jî nêrînên xwe anî ziman.

NE BERJEWENDIYÊN ALIYA, AŞTÎ GIRÎNG E

Prof Turgut Tarhanli jî  diyar kir diyar kir k udi vê pêvajoya muzakereyê de dive ku berjwendiyên aliyan derkeve pêş. Tarhanli da zanîn ku divê mirov ne li ser pozîsyonan li ser qezencan rawestin û got ku ev ne qezenceke yek aliye û divê ev rastî bê qebûlkirin.

Osman Kavala jî ev rewşa neyînî ji holê bê rakirin û got berpirsyariya vê jî liser milê aktorên siyasine.