1. Kongreya NCDK a St. Poltenê pêk hat
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), yekemîn kongreya xwe ya bajarê Awûstûrya St. Poltenê pêk anî.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), yekemîn kongreya xwe ya bajarê Awûstûrya St. Poltenê pêk anî.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), yekemîn kongreya xwe ya komunê ya bajarê Awûstûrya St. Poltenê bi beşdariyeke girseyî pêk anî. Kongre bi şiyara "Em berxwedanên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Hezexê silav dikin" hat lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk ên i hemberî xwerêveberiyan û Rojava, hatin şermezarkirin. Beşdarên kongreyê bang li civaka navneteweyî kirin, ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk derkeve.
Di kongreyê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Hevserokê FEY-KOM'ê Rîchart Berger jî amade bû. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, karê salekê hat nirxandin.
Kartal di axaftina xwe ya li vir de berxwedana xwerêveberiyan a li Bakurê Kurdistanê û rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê nirxand.
Kartal bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û da zanîn, ku dewleta Tirk ji bo eciqandina têkoşîna gelê Kurd serî li her rêbazên li derveyî exlaqê dide. Kartal bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir, ku hîn bêhtir destekê bidin têkoşîna gelê Kurd ê berxwedêr.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Alî Firat ê weke mêvan beşdarî kongreyê bû anî ziman, ku ew li cem gelê Kurd ê berxwedêr e. Li dû xwendina raporên li ser kar û aboriyê, delegeyan xebatên dema bihurî nirxandin, rexne û pêşniyar kirin.
Ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li St. Poltenê Ozgur Kose û Alî Firat hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.