Zulkuf Palo: Divê Kurd serî li dadgeriya Swêdê bidin

Ji fermandarên HPG'ê Zulkuf Palo diyar kir, ku Kurdên li Swêdê divê serî li dadgeriya Swêdê bidin û pêvajoya têkildarî kuştina Palme ji nû ve bidin destpêkirin. Palo got, "Hewldana ji boronîkirina vê bûyera kuştinê wezîfeya me ya ji bo Palme ye."

Ji fermandarên HPG'ê Zulkuf Palo ku demeke dirêj li Swêdê girtî ma, têkildarî bûyera kuştina Olof Palme ku piştî 34 salan ji aliyê Serdozgeriya Swêdê ve hate girtin, sekna Palme, sedema êrişa li dijî wî û sûcdarkirina PKK'ê û Kurdan ji ANF'ê re nirxand.

OLOF PALME YEKÎ DEMOKRAT, ÎNSANÎ Û ALÎGIRÊ GELÊN BINDEST BÛ

Zulkuf Palo diyar kir ku Olof Palme li welatê xwe ji aliyê hin derdoran ve qet nedihat hezkirin û got, "Kes vê rastiyê zêde nîne ziman. Kesekî welê ku bû nedihat texmînkirin wê çi bike. Mirovekî demokrat, însanî û alîgirê gelên bindest bû. Di salên 1960'î de rahişt pankartê û li dijî şerê Vîetnamê, li dijî emperyalîzma Emerîkayê tevlî meşa Vîetnamiyan bû û Emerîka protesto kir. Dema ku ambargo li ser Kubayê bû, ew lîderê destpêkê yê cîhana rojava bû ku serdana Fîdel Castro kir. Kes û lîderekî welê bû ku li dijî sîstema heyî bû. Li Rojhilata Navîn, Efrîka, Rojhilatê Ewropayê û li Sowyetan siyasetmedarekî dihate hezkirin bû. Di dawiya pêvajoyên 1970'î de navbeynkar bû. Di bidawîkirina şerê Îran-Iraqê de para xwe zêde bû."

Palo diyar kir ku Olof Palme dema serokwezîr bû, ji aliyê Emerîkayê ve ti carî nehate vexwendin û got, "Desthilatdariyên Emerîkayê qet ji wî hez nedikirin. Ji xwe eger bê bîra mirovan, heman piştî kuştina Olof Palme, kesê ku piştî salekê kete şûna wî yekser ji aliyê Emerîkayê ve hate vexwendin."

'ŞEŞ MEH BERIYA KUŞTINA PALME NÛÇEYÊN ASPARAGAS HATIN WEŞANDIN'

Têkildarî pêvajoya Palme ji fermandarên HPG'ê Zulkuf Palo got, "Şeş meh beriya kuştina Palme di çapemeniya Swêdê de hin derdoran nûçeyên asparagas ên wekî 'PKK wê Olof Palme bikuje', 'Gef li Palme tê xwarin' weşandin. Wê demê Nûnertiya PKK'ê ya li Ewropayê jî belavokeke ji raya giştî ya navneteweyî re belav kir. Di belavokê de ev pirs dihate kirin; 'Gelo komployek li dijî Olof Palme tê amadekirin? Gelo wê vê komployê bixin stuyê PKK'ê?' Kesî wê demê ev daxuyanî li ber çavan negirt. Piştî ku Olof Palme hate kuştin, 'rojnamevan'ên ku digotin 'PKK wê Palme bikuje' bêyî ku li ber xwe bikevin ew belavok di rûpela destpêkê de weşandin û weke 'nîşaneya kuştina Olof Palme ji aliyê PKK'ê ve' nîşan dan. PKK'ê fêhm kiribû ku ev gef û kampanya reşkirinê nîşaneya komploya hêzên navneteweyî ya li dijî Olof Palme ye. Ji ber vê yekê ji bo raya giştî agahdar bike belavokeke wiha weşand. Ev belavok gelekî eşkere bû."

'TEVÎ KU DELÎLEK JÎ TUNE BÛ, BÛYER XISTIN STUYÊ PKK'Ê

Palo destnîşan kir ku Midûrê Emniyetê yê Stockholmê Hans Holmer mirovekî bi guman bû û got, "Ji bo bûyerê binixumîne tevlî lêpirsînê bû. Ji roja ku lêpirsînê dest pê kir û pê ve got, 'Em zanin ku PKK'ê ev bûyer kiriye. Ji bo me êdî şopa PKK'ê û şopa Kurdan heye. Em ê li ser vê şopê bûyera kuştinê eşkere bikin'. Hîn li holê tiştek tune bû, ev yek got Halbûkî di dema bûyera kuştinê de hevsera Olof Palme jî pê re bû û birîndar bû. Ji hevsera wî pirsî ku kujer dîtiye yan na. Wê jî kujer tarîf kir. Hevsera Palme got, 'Kujer yekî Skandînavî bû, yekî ji rêzê yê Skandînavî bû'. Hans Holmer û tîma wî ya tarî got, 'Ev teknîk bi me re nîne. Ji bo xêzkirina wêneyê kujer em serî li îstîxbarata Elman bidin'. Wêneyê ku îstîxbarata Elman weke wêneyê kujer xêz kir û belav kir, nedişibiya kesekî Skandînavî. Skandînaviyên ji rêzê bejn dirêj in, çavşîn in, por zer in. Lê belê wêneyê ku wan xêz kiribû gelekî cuda bû. Wêneyê mirovekî ji rêzê yê Kurd xêz kiribûn; porê xwe xurpoşkî, esmer, çav û por reş. Bi salan ev wêne nîşanî raya giştî dan û gotin, 'Kujer ev e, em li vî kujerê digerin'. Nepêkane bû ku ew kujer bihata dîtin, ji ber ku ti eleqeya kesê wêneyê wî hate xêzkirin û kujerê rastî bi hev tine bû.

Tê fêhmkirin ku bûyera kuştina Olof Palme ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye plankirin û ji bo nixumandinê jî tîmeke tarî ya faşîst a li nava polîsên Swêdê ji bo lêpirsînê hatiye wezîfedarkirin û bi vî rengî hewl dane ku bixin stuyê PKK'ê."

Zulkuf Palo bi bîr xist ku welatparêzên Kurd piştî vê komployê bi salan nekarîn ji qadên ku lê ne derkevin û got, "Her sibehê diçûn gel polîsan û îmze diavêtin. Dihate lêkolîn ku bi ku ve çûne, cîhazên guhdarîkirinê li mala wan dihate bicihkirin. Kurd li nava civaka Swêdê weke kujerên Palme hatibûn nîşandan. Lewma kuştina Olof Palme çiqasî plankirî be, xistina stuyê PKK'ê jî ewqasî plankirî ye. Ji bo lêpirsînê destpêkê komîsyonek bi navê 'Komîsyona Edenmanê' ava kirin, lê tiştek jê derneket. Ji bo lêkolînkirina kuştinê li Swêdê hinek bi navê 'Şopa PKK'ê, hinek jî bi navê 'Şopa polîsan' xwestin bimeşin. Qala hevkariya Rêxistina Îstîxbaratê ya Swêdê û hin hêzên faşîst ên li nava artêşê dihate nîqaşkirin û dihate gotin ku divê ev yek bê lêkolîn. Di vê mijarê de ne hikumetê, ne desthilatdariyê ne jî hêzên polîsan gav avêtin. Mîna ku her kesî biryar dabûn û gotibûn, 'Em ê êdî ji vê xetê bimeşîn û bûyera kuştinê bixin stuyê PKK'ê."

'PKK BI DESTÊ SWÊDÊ MEXDÛR BÛ'

Palo bi bîr xist ku Serdozgeriya Swêdê piştî 34 salan diyar kir ku berpirsyarnîşandana PKK'ê ji kuştina Palme nerast e û got, "Lê belê divê eşkere bike ku kî bû sedema vê çewtiyê, kê ev yek afirand, ji ku dest pê kir, çawa hate kirin. Divê van hemûyan ji raya giştî re eşkere bikin. Dozgeriya Swêdê çiqasî daxuyaniyan dide bila bide, heta ku Galdiyoya li nava dewleta Swêdê neyê ronîkirin dewleta Swêdê wê ji binê gumanbariyê rizgar nebe.

Gelek welatparêzên Kurd hene ku wê demê mexdûr bûn û hatin girtin. Divê mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin. Tevî vê yekê jî tevgereke siyasî ya bi navê PKK'ê heye ku ya herî girîng jî ew e. Tevgereke azadiyê ye. Tevgereke bi vî rengî 34 salan bi gotina 'terorîst' sûcdar kirin. PKK bi destê Swêdê mexdûr bû."

'DIVÊ MOHRA TERORÎSTIYÊ JI SER PKK'Ê BÊ RAKIRIN'

Ji bo çareserkirina vê mexdûriyetê jî Palo got, "Lêborîn tiştekî ji rêzê ye. Dewleta Swêdê divê zerara ku 34 salan da PKK'ê telafî bike. Dibe ku ev atmosfera afirandiye bi temamî nikaribe ji holê rake, lê belê dikare hin gavan biavêje.

* Gava herî ji rêzê jî; dikare dest ji çîroka 'PKK rêxistineke terorê ye' berde. Ya ku Swêd divê destpêkê bike ev e. Dewleta Swêdê divê mohra 'rêxistineke terorê ye' ku bi neheqî beriya 34 salan li PKK'ê da rake û ji bo ev mohr li tevahiya welatên Ewropayê bê rakirin jî bikeve nava hewldaneke berfireh. Bi vî rengî dibe ku kêm jî be zerara da PKK'ê û Kurdan telafî bike.

* Swê divê ji PKK'ê, ji alîgirên PKK'ê ji Kurdan lêborînê bixwaze."

'PKK Û KURD WÊ DEST JI VÊ BÛYERÊ BERNEDE'

Ji fermandarên HPG'ê Zulkuf Palo destnîşan kir ku PKK û Kurd wê dest ji vê bûyerê bernedin û got, "Di heman demê de berpirsyariyeke me heye. PKK tevî ku li dijî dewleta Tirk a nîjadperest faşîst şer dike jî heta niha êrişeke wiha li dijî siyasetmedarekî Tirk nekiriye. Ne ehmaq e ku li dijî siyasetmedarekî Ewropî, bi taybetî jî li dijî siyasetmedarekî dostê Kurdan êrişeke wiha bike. Sûcdarkirina PKK'ê ji bûyereke bi vî rengî ya kuştinê bêkêrî ye.

Tenê gotina 'pêwendiya PKK'ê bi bûyerê re nîne' têrê nake. Swêd xwe weke 'dewleta hiqûqê' pênase dike. Divê Kurdên li Swêdê serî li dadgeriya Swêdê bidin û vê pêvajoyê ji nû ve bidin destpêkirin. Dewleta Swêdê divê bûyerê ronî bike, mexdûriyeta PKK'ê û Kurdan çareser bike."

Palo destnîşan kir ku divê ev bûyera kuştinê bê eşkerekirin û got, "Hewldana ji bo eşkerekirina bûyerê jî wezîfeya me ya li pêşberî Palme ye. Em dixwazin ev bûyera kuştinê eşkere bibe."