Zîlan Vejîn: Em 4'ê Nîsanê bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn got, xelkê Rojhilatê Kurdistanê hebûna xwe di hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne û bi bîr xist, ku PJAK 19 sal in li ser xeta neteweyî û Apoyî têdikoşe.

Zîlan Vejîn bal kişand ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd, gelên bindest û hemû gelên ku ji bo azadiya têdikoşin roja vejînê, roja nûbûnê ye."

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 19'an a damezrandina PJAK'ê ji ANF'ê re axivî:

'50 SAL IN GELÊ KURD BI TÊKOŞÎNA RÊBER APO DİMEŞE Û EV TÊKOŞÎN BÛYE GERDÛNÎ'

"Di serî de rojbûna Rêber Apo li hemû mirovahiyê, gelê azadî û demokrasîxwaz, her wiha gelê Kurd, li hemû jin û ciwanan pîroz dikin. Di şexsê dayîka Uveyş de li hemû dayîkan vê rojê pîroz dikin. Dayîkbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd, gelên bindest û gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin roja vejînê û nûbûnek e. Di heman demê de li nasnameya xwe û hebûna xwe xwedî derketine. Bi hebûna Rêbertî re hebûna gelê Kurd bû xwedî nasname û çand û xwedî li civakbûna xwe derket. Em dayîkbûna Rêber Apo ne wek kes, wek dayîkbûna civakekê digirin dest. Ev têkoşîn 50 salin didome. Bi vê têkoşînê re bi çand, dîrok û hunera civakê re têkoşîna 50 salî re ev yek hatiye îspatkirin. Rêber Apo hebûna gelan e. 50 salin gelê Kurd bi têkoşîna Rêber Apo re dimeşe û ev têkoşîn bûye gerdûnî. Rêber Apo nîv temene ku di girtîgehê de ye, di vê demê de di girtîgehê de jî ji bo gelê xwe têkoşînê dike. Em li ser şopa Rêber Apo ji bo civakekê têdikoşin. Ev têkoşîn bi yekbûna berxwedan û têkoşîna gel û ya Rêber Apo bûye dîrokî û li cîhanê belav bûye.

Di heman demê de li Rojhilatê Kurdistanê salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye ku dikeve temenê xwe yê 19 saliyê, em li tevayî gelê xwe û girtiyên ku di girtîgehan de liberxwe didin û têdikoşin pîroz dikin. Hatina heta roja me ya îro keda wan şehîdên ku li hemberî rejîma Îranê û li hemberî hovîtiya wî liberxwe dane bû. Gelê me yê Rojhilat jî bi vê bawerî û hêzê her tim têkoşiyane. Li beramberî vê berxwedan û têkoşînê jî divê em bi hev re bin û bi vî şêwazî berdewam bikin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî îlankirina YPJ’ê ye. Em vê rojê li hemû jinan, jinên ku di vê şoreşê de şehîd bûne û şoreşa Rojava wek şoreşa jinê hatiye binavkirin li wan pîroz dikin.

'GELÊ KURD LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HEBÛNA XWE DI HEBÛNA RÊBERTÎ DE DÎT'

Bi taybet di vê rojê de ragihandina van rêxistinan wate û girîngiyekî xwe yê dîrokî û civakî heye. Wek me anî ziman rojbûna Rêbertî zayîna civaka Kurd bû. Avakirina PJAK’ê di vê rojê de dide diyarkirin ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li ber ronahiya hizir û fikirê wî xwe rêxistin kir û heya vê rojê jî têkoşîn dike û xebat dide meşandin. Ji Maku heta Loristanê xwe bi cih kir. Me 18 salên têkoşînê li pey xwe hişt. Di hêla siyasî, civakî û leşkerî de hemû aliyan de xwe bi hêz kir. Hêzbûna PJAK’ê ku li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê giştî jî xeta Apoyî ji xwe re esas girt. Xeta Apoyî xeta netewa demokratîk e. Heya niha hemû serketinên hatine bidestxistin li ser vî esasî bûn. Nîjadperestî qebûl nekir, xeta kevneperestî ya ku tenê aliyekê digirt dest qebûl nekir. Li beramberî vê li ser xeta netewî û Apoyî têkoşîn da meşandin. Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hebûna xwe di hebûna Rêbertî de dît. Li ser vî esasî dilsoziya xwe dan nîşandan û têkoşîna xwe kirine.

'TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA JIN Û CIWANAN E’

Bi PJAK’ê re di her alî de xwe kir yek û xebat birêve birine û destketiyên pir mezin bidest xistine. Îro civaka me têkoşînek hiqûqî û demokratîk dide meşandin. Me ji avakirina rêxistinê heta roja me ya îro bi hevdu re hevdu temam kirine. Têkoşîna me têkoşîna jin û ciwanan e û ev tenê di gotin de nîne, ev têkoşîna hatî meşandin diyar bûye. Li ser vê xetê pêwîst dike ku em hîn zêdetir têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi rêbazên weke deklerasyon, rênîşane ji bo pirsgirêkên di civaka Rojhilatê Kurdistanê de heyî werin çareserkirin hatine pêşkêşkirin.

'GELÊ ME WÊ BI RUHÊ NEWROZÊ 4’Ê NÎSANÊ JÎ PÊŞWAZÎ Û PÎROZ BIKE'

Rejîmê li ser civaka me bi sîyaseta xwe ya êşkence, kuştin û birsî hiştinê her tim zext kiriye. Li rexa van şer jî derdikevin ku dibe demdirêj an jî dibe demkurt jî bin. Lê di encama wan de her diyalog û lihevkirin hebe. Ger hebûna me ji Maku heya Loristanê hebe, ev tê wê wateyê ku hêza me ya civakî, leşkerî û rêxistinî heye. Ji bo vê yekê bi hemû hêza xwe li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo demokratîzekirinê emê kar û xebatên xwe birêve bibin. Bi rastî ya girîng ewe ku di Rojhilatê Kurdistanê de em bikarin bi rêbazên siyasî û demokratîk pirsgirêkên heyî çareser bikin. Bingehê vê yekê heye ku were pêkanîn. Sîstema ku li wir li dijî vê israr dike, lê ev zirarê dide rejîm û dewleta heyî jî. Lê li beramberî vê em hîn bi isrartirin. Kengê çi pêwîst be ji bo guherandina vê rewşê em amedene û têkoşîna xwe berdewam dikin. Ked û têkoşîna şehîdên me, emê bi pêkanîna berpirsyartiyên ku dikeve ser milê me, tacîdar bikin.

Em dubare vê roja ku hem rojbûna Rêber Apo hem jî roja damezrandina PJAK’ê ye li tevahî gelê me pîroz dikin. Rexmê ku dijmin xwest ku nehêle civak bi awayek girseyî Newrozê pîroz bike jî, lê li hemberî hemû astengiyan bersiva berxwedan û serhildana ku hîna zindiye bi daketina qadan û pîrozkirina Newrozê dan dijmin. Bi vê boneyê em bang dikin ku gelê me bi ruhê Newrozê 4’ê Nîsanê jî pêşwazî û pîroz bike. Dubare 4’ê Nîsanê pîroz dikin."