Zeyat Ceylan: Divê Kurd xwe bi rêxistin bikin û xwedî li hev derkevin

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan anî ziman ku sedema êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan polîtîkayên heyî ne û got, "Divê li hemberî êrişan Kurd xwe birêxistin bikin û xwedî li hev derkevin."

Di Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nijadperest êrişî biribûn ser Kurdan û gelek kes birîndar kiribûn, Kurdek jî qetil kiribûn. Her wiha xisareke mezin dabûn malê Kurdan. Di êrişa Afyonê de 7 kes û di êrişa Enqereyê de jî 4 kes birîndar bûn. Di êrişa Konyayê de nijadperestan Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin. Nerazîbûnên li dijî van êrişên hovane dewam dikin.

'POLÎTÎKAYÊN HEYÎ ZEMÎNÊ DIDE ERIŞAN'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan, êrişên komên nijadperest ên li ser welatiyên Kurd nirxand û anî ziman ku sedema êrişên nijadperest ên li dijî Kurdan polîtîkayên heyî ne û got, neçareserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema van êrişan. Ceylan da zanîn ku ev êriş nû dest pê nekirine û ya ku zemîna wan amade dike jî polîtîkayên heyî yên dewletê ne û wiha pê de çû: “Di salên 90’î de jî êrişên wiha yên li ser Kurdan me dîtin, di wan salan de dîsan kesên li ser deshilatdariyê ku der barê Kurdan de biaxiviyan û hedef nîşan bidayan, li ser Kurdan êrişên nijadperestî pêk dihatin. Li cihê ku Kurd kêm û lawaz bûne, êriş dibirin li ser Kurdan. Karkerên demsalî rastî êrişan dihatin, dîsan xebatkarên çapemeniya azad rastî êrişan dihatin. Wextê Kurdek dixwaz li rojavayê Tirkiyeyê xanî bigre yan jî kargehekê bigre rastî êrişên nijadperestî dihatin. Ji ber wê yekê em sedemê wê nas dikin, dewlet bi xwe ye. Ên ku bingehê êrişan ava dike sazî û dezgehên dewletê ne. Berovajî wê eger êrişek li dijî Kurdan pêk bihata û dewletê ew şermezar bikira û kiryar hatibanda darizandin wê bi vî rengî bûyer neqewimiya bana.

Em dibînin dema Denîz Poyraz qetilkirin sersaxî nexwestin, şermezar kirin lê roja duyemîn weke terorîst binav kirin û li êrişê xwedî derketin. Ji xwe gava ku hûn her roj Kurdan krimînaze û sûcdar bikin, hemû rageşiyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê bersûcê wê Kurdan nîşan bidin, wê şovenîzim û nîjadperestî jî li welêt pêş bikeve. Di vir de êrişkar û sedemê êrişan dewlet bi xwe ye."

'DIVÊ KURD LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN XWE BIPARÊZIN'

Ceylan destnîşan kir ku dema li bajarên Tirkiyeyê Kurdek ji aliyê nijadperestan ve were qetilkirin, dewlet wan kesan weke dîn an jî ne li ser hişê xwe ye dide destnîşan kirin û wiha dom kir: "Em van peyvên dewletê ji nêz ve û baş nas dikin. Wê 60 kes êrişî yekî bike û paşê bibêjin di wir de nijadperestî tineye û bûyerek edliye. Piştre jî li bûyerê xwedî derdikevin û bersûcan diparêzin. Wextê saziyên civakê yên sivîl û baro lê xwedî derkevin û bûyerê şermezar bikin jî wê demê saziyên civakê yên sivîl û baro têne hedef nîşan dan. Ji bo vê yekê em van êrişan ji nêz ve dinasin û kiryaran ji baş dizanin. Lê divê bi awayek xurt saziyên civakî yên sivîl li hemberî van êrişan bertekan nîşan bidin. Dibe yên ku van bûyeran dike ji bo berjewendiyên xwe nêzî van bûyeran bibe. Eger pêşî neyê girtin wê bi xwe re telûkeyên mezin bîne û dibe aloziyên mezin biqewîmîne. Wê timî bi vê nermahiyê pêvajo nemeşe. Ya din jî divê Kurd jî li xwe xwedî derkevin û xwe li her cihê birêxistin bikin. Divê Kurd li ti cihî hevdû tenê nehêlin. Em ê ti carî şovenîstî û nîjadperestiyê nekin ji ber ku felsefeya me vê red dike. Lê li hemberî şovenîzim, faşîzmê, nijadperestiyê û êrişên hovane em ê xwe biparêzin û xwe birêxistin bikin."

'NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD PÊŞÎ LI BER ÊRIŞAN VEDIKE'

Di dawiya axaftina xwe de Ceylan destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka Kurdî, polîtîkayên ewlehîparêz û bêcezatiyê dibin sedema êrişên nijadperest û wiha dom kir: “Ji ber ku desthilatdariya heyî naxwaze li Bakurê Kurdistanê bi rê û rêbazên aştiyane pirsgirêka Kurd çareser bike, berovajî vê li Tirkiyeyê êriş tên kirin. Bi vê re mirovan dikujin, eger pêşiya wê neyê girtin wê êrişên hin mezintir pêk were. Ji xwe serok çeteyê wan anî bû ziman ku wê êriş li dijî Kurdan pêk were. Kuştina Denîz Poyraz piştî vê agahiyê nehat kirin? Gotibû wê êrişên zincîrî li dijî Kurdan pêk were. Piştre Denîz Poyraz hate qetilkirin. Li Afyonê, Enqere êrişî Kurdan kirin û Konyayê Kurd qetilkirin, nehat teyîtkirin lê li Erzeromê êrişa nijadperestî li dijî Kurdan pêk hat. Eger em bi hev re bertekek xurt nîşan nedin û pêşî li van êrişan şovenîst negrin dibe sibê bûyerên mezintir biqewîmin. Em van bûyeran bi tundî şermzar dikin, ev êriş aştiya civakî qetil dikin. Ev êriş li hevhatina civakî qetil dikin. Kesên ku îro ji van êrişa dixwazin sûd bigrin wê demek bê her kes jê zirerê bibîne."