Li Şirnex û Erzîromê herî kêm 6 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê û li Erzîromê di serdegirtina malan de herî kêm 6 kes ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên malan ên li gundê Hespîst ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê de 4 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku piştî lêgerînên li malan hatin kirin Mûrat û Hasîbe Tekîn ên hevjînên hev û welatiyên bi navê Sadiye Tekîn û Mervan Tekîn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Hezexê.

Di serdegirtinên malan ên li Erziromê de jî Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Erziromê Ramazan Karakaş û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Qereyaziyê yê berê Çetîn Demîr hatin binçavkirin. Tê payîn ku Demîr û Karakaş ê di çarçoveya lêpirsîna bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hatiye destpêkirin de hatin binçavkirin dê bibin Agiriyê.

Têkildarî sedemê binçavkirinên hatin kirin agahî nehatin bidestxistin.