Zextê li ser girtiyên greva birçîbûnê dikin

Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Kudret Temel got zextê li ser girtiyên greva birçîbûnê dikin.

Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê li dijî girtiyên li girtîgeha Wanê jî tevlî grevên birçîbûnê dibin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didome.

Koma 14'an greva birçîbûnê ya ku 27'ê Mijdarê dest pê kirî, dewr girt. Lê li gel van hemû rewşan jî, hikûmeta AKP'ê ku tim behsa reforman dike û behsa haziriya destûra bingehîn a nû dike hê ti gav neavêtiye.

Hevserokê TUHAY-DER'ê Kudret Temel derheqê grevên birçîbûnê got, ji bo ku hê hikûmet gav neavêtiye, ev dibe ku rê li ber encamên giran veke û diyar kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê li ser Wî ye, li ser hemû gelên Tirkiyê ye, li ser demokrasî, azadiyan e. Temel got, ''Daxwazên hevalên me têra xwe mafdar in. Li dijî neheqiya mezin a li ser wan li ber xwe didin. Ji heqê xwe zêdetir naxwazin.

Bi hinceta hêla koronayê girtiyên ku dive wan bibin nexweşxanê li hicreyên yekkesî têne bicihkirin. Mafê wan ê hewadarkirinê û xwarinê tê binpêkirin. Zextê li ser girtiyên grêvên dikin. Malbatan heta êvarî li ber deriyê girtîgehê dihêlin û piştre dibêjin cezayê hicretê li wan hatiye birîn û nahêlimn ku hev bibînin.''

Temel diyar kir ew bang li hikûmeta Tirk dikin, hê kesek nemirî daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û got, ''Heke ev neyê kirin ji tiştên siberojê wê hikûmet berpirs be. Em deng bidin wê qêrînê û ji bo ku daxwazên gritiyan bi cih were em bi hev re têbikoişn.''

Temel herî dawî got li girtîgehên Wan û Patonê binpêkirina mafan zêde ne, girtiyên siyasî mecbûr dimînin ku bi ava cemidî serê xswe bişon û diyar kir ev êşkence û sûcê mirovahiyê ye.