'Zexta lixwekirina kincê ji yekrengî wê bi berxwedanê bê têkbirin'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, biryarnameya li ser ferzkirina lixwekirina kincê ji yekrengî li girtîgehan nirxand û got, ev pêkanîn wê ti carî neyê qebûlkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ku salên 1980'î li girtîgehên Tirkiyeyê ma û bû yek ji pêşengên berxwedana li dijî pêkanînên bi heman rengî, biryarnameya navborî ji ANF'ê re nirxand.

Karasû bi bîr xist ku pêkanîna 'lixwekirina kincê ji yekrengî' dema darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê û piştî wê jî hatibû ferzkirin, lê bi berxwedanê pêşî lê hate girtin.

Karasû got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi rêya biryarnameyê lixwekirina kincê ji yekrengî li ser girtiyên siyasî yên li zindanan ferz dike. Ev yek, weke parçeyek ji êrîşên faşîst ên faşîzma AKP-MHP'ê yên li dijî gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd ketiye rojevê. Faşîzma AKP-MHP'ê polîtîkaya şikandina vîna hêzên demokrasiyê û gelê Kurd dimeşîne, hewl dide wan bê bandor bike û li ser vê bingehê faşîzma xwe mayinde bike. Di şexsê girtiyan de jî ji bo şikandina vîna hêzên demokrasiyê û azadiyê, lixwekirina kincê ji yekrengî ferz dike. Ev êrîş ne tenê li dijî girtiyan e; li dijî hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kurd e."

Karasû da xuyakirin ku di dîroka Tirkiyeyê de ya ku ti desthilatdariyê nekiriye, faşîzma AKP-MHP dike û destnîşan kir ku vê desthilatdariyê Tirkiye kiriye du parçe. Karasû anî ziman ku ev pêkanînên faşîst ji serdemên beriya niha girantir in.

FAŞÎZMA 12'Ê ÎLONÊ NEKARÎ BI SER BIKEVE, FAŞÎZMA ERDOGAN JÎ WÊ NIKARIBE BI SER BIKEVE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, pêkanîna lixwekirina kincê ji yekrengî ya ku faşîzma 12'ê Îlonê ferz dikir, niha ji aliyê Tayyîp Erdogan ve jî tê ferzkirin û wiha dewam kir: "Salên 1990'î jî zexteke bi vî rengî li girtîgehan hatibû kirin. Niha jî faşîzma Erdogan û AKP'ê dike. Salên dawî zextên li girtîgehan zêde bûbûn. Ji xwe du caran 50-60 rojî çalakiyên rojiya mirinê hatin kirin. Ev zext di dema dawî de bi taybetî li dijî girtiyên jin giran bûne. Niha jî bi ferzkirina lixwekirina kincê ji yekrengî derbasî qonaxeke nû kirine."

Karasû got, "Eşkere ye ku li dijî van êrîşan wê berxwedan bê nîşandan" û berxwedanên beriya niha bi bîr xist: "Îradeya berxwedanê ya li dijî kincê ji yekrengî beriya bi dehan salan li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê û li nava civakê afirî. Redkirina kincê ji yekrengî li zindanan bûye pîvanek. Ji ber vê yekê zexta lixwekirina kincê ji yekrengî wê li zindanan neyê qebûlkirin. Girtiyên li zidanan wê li gorî berxwedan û berdêlên giran ên li dijî faşîzma 12'ê Îlonê û êrîşên salên 1990'î hatine dayin, helwestê li dijî vê pêkanînê nîşan bidin. Dîroka zindanê bûye kevneşopiya berxwedana li dijî êrîşên bi vî rengî yên şikandina îradeyê. Ji ber vê yekê, kevneşopiya berxwedana li zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê xurt e. Wê serî li ber êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê neyê tewandin, wê zexta lixwekirina kincê ji yekrengî neyê qebûlkirin."

DIVÊ BERXWEDAN NE TENÊ LI ZINDANAN BE

Di dewama axaftina xwe de Karasû destnîşan kir ku ne rast e ev bar tenê li ser milê girtiyan bê hiştin û divê tevahiya civakê bibe hevparê vê berxwedanê.

Karasû got, "Ji bilî bawerî, îrade û bedena xwe, derfeteke din a berxwedanê ya girtiyan nîne. Derfetên mirovên li derve ji bo berxwedana li dijî faşîzmê, hene. Wekî din, ne tenê meyleke siyasî li ber vê pêkanînê radibe. Hemû meylên siyasî yên li dijî faşîzma AKP-MHP'ê de li ber ferzkirina lixwekirina kincê ji yekrengî radibin. CHP'ê jî eşkere kir ku ew li dijî lixwekirina kincê ji yekrengî ye. Ev rewş nîşan dide ku hêzeke berfireh a mûxalîf wê li ber vê rabe. Ji ber ku rewşeke însanî ye, hêzeke berfireh a civakî û siyasî dikarin helwestê nîşan bidin û li ber xwe bidin. Eger li derve hêzên demokrasiyê, rêxistinên mafên mirovan û malbatên girtiyan xwe baş bi rêxistin bikin û bikevin nava helwesteke baş, bi rêbazên dewlemend çalakiyan li dar bixin, wê ev êrîş jî bê şikandin. Beriya her kesî divê rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk û malbatên girtiyan bi berpirsyariya berxwedaneke bi vî rengî rabin. Pêşengiya vê berxwedanê divê ne mirovên li zindanan, lê belê mirovên li derve bikin."

Karasû ku bi xwe di nava berxwedanên salên 1980'î û 90'î de cih girt û xwedî tecrûbeya berxwedana wê demê ye got, "Li Tirkiyeyê di dema 12'ê Îlonê de, salên 1990'î jî li dijî ferzkirina lixwekirina kincê ji yekrengî berxwedan hebû û yekreng nehate qebûlkirin. Di dema desthilatdariya Ozal de det ji vê pêkanînê hate berdan. Salên 1990'î tevî zextên giran jî nehat qebûlkirin. Lewma eger îro jî berxwedan hebe pêkane ku ev êrîş bê şikandin."