Zexta li girtîgeha Patnosê zêde bûn

Girtiyê siyasî yê li Patnosê Huseyîn Aşkan di hevdîtina malbatê de ragihand ku li girtîgehê tîmeke taybet heye û zext zêde bûne.

Girtiyê 27 salî Huseyîn Aşkan ê di sala 2013’an de li Taxa Berçelan a Colemêrgê hat girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û ev 7 sal û nîv e li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne, di hevdîtina malbata de, pirsgirêkên dijîn û zextên li wan tên kirin vegotin.

Bavê Huseyîn Aşkan Alî Aşkan ê çûbû hevdîtina kurê xwe, derbarê zextên li girtiyan tên kirin axivî. Alî Aşkan, diyar kir ku kurê wî ji wî re gotiye ku bi taybetî piştî grevên birçîbûnê, helwesta rêveberiya girtîgehê hişk bûye û wiha got: “Ji ber ku Huseyîn 2 meh û nîv di greva birçîbûnê de ma, pir zeîf û bêhal bûye. Di hevdîtinê de kurê min got, bi zextên derûnî re zextên fîzîkî jî pir zêde bûne. Piştî greva birçîbûnê hin nexweşî di kurê min de rû dane. Bi taybetî pirsgirêka dev û diranan pir dijî. Di demê xwe de wan nabin nexweşxanê û bi rêk û pêk nayin dermankirin.”

Aşkan da zanîn ku berê jî di girtîgehê de zext hebûn û wiha bilêv kir: “Lê di demên dawî de ev zext pir zêde bûne. Rayedarên girtîgehê di hefteyekê de 2 caran bi ser qawîşan de digirin, doşekên girtiyan bi kêrê diçirînin û lêgerîn dikin. Gardiyan helwestên şikandina rûmeta girtiyan nîşan didin û heqaretê li wan dikin. Kurê min got, di girtîgehê de ekîbên taybet hene. Divê Wezareta Dadê vê yekê lêkolîn bike. Hefteyê tenê carekê ava gerim didin girtiyan. Dema em jî diçin girtîgehê rastî zor û zehmetiyên mezin tên. Malbat jî rastî zoriyên mezin tên.”