Zext û gefên leşkerên Tirk li ser gundiyan

Leşkerên Tirk, di çarçoveya operasyona dagirkeriyê ya li herêma Astenga Reş dane destpêkirin, gefan li gundiyan dixwin û zextan li wan dikin.

26’ê Hezîranê li herêma Astenga Reş a girêdayî gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi operasyona leşkerî hat kirin. Operasyon bi sê rojan bi pevçûnên dijwar û dorpêçkirinê dewam kir. Leşkerên Tirk vekişiyane lê zextên wan ên li gundiyan berdewam in.

Hate zanîn ku gava gundî ji bo kirîna pêdiviyên xwe ji gund diçin navçeyê, li noqteya lêgerînê ya li ser rêya navçeya Gever û bajarokê Bajêrgeh, leşker wesayîtên gundiyan radiwestînin û pirsa paşnavên Engudar û Turgut ji wan dikin, wesayîtên wan dibin cihekî averê û bi lêgerînê ser û bin dikin. Gefa destgîrkirin û êşkenceyê li gundiyan dixwin.

Hate hînbûn ku leşker li zozanên Solîna, Beroj, Kaniya Ba û Astenga Reşa fotokemînan bi cih dikin.

Hate diyarkirin ku 3’ê Tîrmehê li herêmên Xurekana Seyîda, Warê Zêrêlê, Meydanoka Xurekanê, Ser Şûra, Warê Basanê yên girêdayî navçeya Geverê, leşkeran hejmara xwe ya telefonê daye şivanan û ji wan re gotiye: “Eger hûn li vir kesekî bibînin, haya me pê bixin, heke hûn bibînin û ji me re nebejîn em dizanin çi bi we dikin.“