Zarokên xwe ji goristana bêkesan derxistin: Em ê negirîn!
Malbatan cenazeyê Netîce Katar û Bunyamîn Oncu yên HPG'yî wergirtin, ku di şer de jiyana xwe ji dest dabûn û bêyî haya malbatan jê hebe li goristanên bêkesan hatibûn veşartin.
Malbatan cenazeyê Netîce Katar û Bunyamîn Oncu yên HPG'yî wergirtin, ku di şer de jiyana xwe ji dest dabûn û bêyî haya malbatan jê hebe li goristanên bêkesan hatibûn veşartin.
Netîce Katar û Bunyamîn Oncu yên HPG’yî yên ku di 7’ê Adarê de li Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, bêyî ku malbata wan agahdar bikin li goristana bêkesan a Yenîkoyê ya Baglarê hatibûn veşartin. Piştî encamên DNA’yê diyar bûn, malbatan bi destûra dozger gor vekirin. Malbatan û gel cenaze di heman goristanê de birin cihekî din.
'EZ Ê NEGIRÎM!'
Dema cenazeyê Netîce Katar a HPG’yî hat veşartin, diya wê Rindê Katar hineya di tasekê de rakir hewa û stra. Diya Katar lîland û hine li destê yên goristanê kir. Katar diyar kir ku ew ê qet negirî û got “Îro daweta keça min e.”
Netîce Katar a ku di sala 1990’î de li Pasûrê ji dayîk bûbû di sala 2008’an de tevlî nav refên PKK’ê bûbû.
Bunyamîn Oncu yê ku li Çinarê ji dayîk bûbû û salek berê di meha Adarê de tevlî nav refên PKK’ê bûbû jî bi diayan hate veşartin.
Di dema veşartinê de polîsan dora goristanê girtin.