Zarokên Mexmûrê rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin

Zarokên Mexmûrê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyamên şandin pîroz kirin.

Li Navenda Çand û Huner a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna xwendekar, mamoste û gel 4’ê Nîsanê 73’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş tê pîrozkirin.

Zarokên Mexmûr ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyameke xwe de weke zarokê xwe danasîn, 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê xwe Ocalan pîroz kirin.

Zarokên li Qada Pîrozbahiyê bi rêya kameraya ANF’ê Rojbûna Rêberê xwe Ocalan pîroz kirin.