Zarokên ku çavên wan ji hêviyê jiyanê tije

Zarokên koçeran ên berê xwe dane zozanên Kurdistanê çavê wan ji hêviya jiyanê geş in. Mirov di çavê wan de bendewariya jiyînê ya bedewî dibîne.

Zarokên ku li van zozanan bi azad digerin û dikenin, hinek ji wan li van zozanên şîn û bedew û hinek jî li bajar ji dayik bûne. Bi hatina wezên havînê re malbatên wan kar û berê xwe dikin û bi pezên xwe ve berê xwe didin çiya û zozanên Kêleşîn, Goşîn, Xinêre û Lolan ên Kurdistanê. Her wina zarok jî bi coş û kelecanî li ser pişta ker û têran, dîsa li ser pişta hespan tevlî vê rêwiya ber bi zozanan ve dikevin rê dibin.

Ev zarokên ku berê xwe dane zozanan bi hemû coşî û bedewiya xwe li dorî dozm û konên ku vedane, bi dilê xwe lîstikan dilîzin. Her wiha ji ber hewaya zozan û ava cemidî li ser rû û destê wan qelişînên biçûk çêbûne. Gelek caran dema mirov dinêr, zarok bûne hevalên çend karik an qaz an jî mirîkan heta ber êvarî demê xwe li gel wan diborîne. Ev dîmenê ku li ber çav zindî dibe, dide nîşandan ku peywendiyek bi hêz a di navbera mirov û xwezayê de heye ku ji hev nayê qûtkirin.

Gelek caran ev jiyana koçerî wisa dike kû zarokên li zozanan ji xwendin û perwerdehiyê bê bêparkirin. Li gel vê ew di nava jiyan û karê civakê de perwerde dibin û fêrî jiyana civakî û xwezayê dibin.

Her çendî ku ev jiyan li gorî wan cuda be jî lê mirov dema li çav û rûyê wan dinêre baş dibîne ku hêviya jiyanê dibiriqe. Ji ber êrîşên dagirkerî û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li herêmê, zarok bi çavên tirs û bi rondik xwe li himêza dayikên xwe dipêçe.