Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên li Til Rifat a Şehbayê kirin hedef. Di êrîşê de 8 zarokên ku temenê wan di navbera 3-15 li gel du kesên tememên wan 74 û 63 de bi giştî 10 kes şehîd bûn, 10 sivîl jî birîndar bûn.
Her wiha 10 kes jî birîndar bûn.
Ji zarokên birîndar ê 9 salî ku ji ANF’ê re axivîn û ev got: “Dema me li taxê dilîzî, topeke hewanê li nêzî me ket, parçeyek li destê min ket û ez birîndar bû. Piştre ez rakirim nexweşxaneyê. Em li Til Rifatê dijîn. Hewanek li mala me jî ket.
Zarokek din jî diyar kir ku dema li taxê bûn, hewanek li nêzî wan jî ketiye û birîndar bûye. Zarok got: “Piranî em zarok bûn, dîsa keçik jî hebûn.”