Zarokên bedew ên li ber Reşmalan

Zarokên ku bi biharê re tevî malbatên xwe diçin zozanan, li ber Reşmalan dilîzin û zozanên rengîn hîn bêhtir dixemilînin.

Bi biharê re welatî tevî pezê xwe berê xwe didin zozanan. Zarok jî li ker, hêstir û hesan siwar dibin û tevî malbatên xwe berê xwe didin zozanên Goşinê, Kêlaşîn, Xinêrê û Lolanê. Ji zarokên ku me ew li zozanan dîtin, dibe ku hinek ji wan li zozanan ji dayik bûne. Hinek jî li bajar û gundan. Rêwîtiya ber bi zozanan ve ji bo zarokan cihê kêf û şahiyê ye.

Zarok kom bi kom li ber Reşmalan ji xwe re dilîzin. Zarokên hatine zozanan ji xwe re heval jî peyda kirine. Berx û karik ji bo zarokên li zozanan bûne heval.

JIYANA XWEZAYÎ JI BO WAN DIBISTAN E

Zarokên derdikevin zozanan ji dibistan û mamosteyên xwe qut dibin. Lê belê ew li nava xwezayê û jiyana xwezayî dest bi 'dibistana zozanan' dikin. Dibistana jiyana xwezayî ku ew lê dixwînin bi destê her kesî nakeve. Rûyê wan timî li ken e. Mirov li ser rûyê wan ê li ken û çavên wan ên bedew cîhana xweşik dibînin.

Bi kêf û xweşiyeke mezin, ber destê sibehê jiyanê pêşwazî dikin. Lê belê yên ku vê jiyana bedew diherimînin nasekinin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk û liv û tevgera wan a li herêmê, zarok timî bi tirs in. Her ku dengê balafirê tê yekser dibezin cem dê û bavê xwe.

LÎSTIKÊN WAN JI HERIYÊ NE

Zarok her sibehê tevî dê û bavê xwe ji xewê radibin. Carna bi dawa dayika xwe digirin û li pey wan digirîn. Carna jî bi şelwerê bavê xwe digirin û pê re diçin çêrandina heywanan. Her wiha şivantiyê ji berx, karik, qaz û mirîşkan re jî dikin. Di dema bêriyê de tevî dayika xwe diçin bêriyê. Hewl didin li ber heywanan bin. Çêkirina xanî ji kevir û heriyê, lîstika wan e.