Zarokên Êzidî di rewşeke pir zehmet de dijîn

Zarokê Êzidî Fiwad ê 8 salî ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi dayik û bavê xwe re ketibû destê çeteyên DAÎŞ'ê û 3 salan di nava lepên DAÎŞ'ê de ma got; "Gelek kes li ber çavê min serjêkirin. Êşkenceya herî mezin bi min dikirin, gelek rojan bê xwarin hiştin."

Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî devera Şengalê kirin, çeteyan bi hezaran kes  qetil kirin û nêzî 6 hezar keç, jin, û zarok weke dîl hatina girtin. Ji tirsa mirinê de gel  berê xwe dane çiya û nêzî neh rojan bê av û bê xwarin di çiya de man. Di çiya de jî ji ber nexweşiyan û ji bê avî û xwarinê gelek kesan jiyana xwe ji dset dan.

Fiwad  Hesen yê ji Gundê Tilbinat yê bi ser Bajarê Şengal ve ye. Fiwad  di temanê xwe yê 8 salî de di gel dayîk û bavê xwe yên pîr di fermana 3’ê Tebaxa sala 2014'an de  ketibû nav destên çeteyên DAÎŞ'ê de û nêzî 3'ê salan di dest wan de dîl ma.

 Di derbarê vê mijarê de  Fiwad Hesen ji me re axivî û got; “Dema ku çeteyaên DAÎŞ'ê êrîşî anîn ser me, 8 salî bûm.  Ez bi Dayîk û bavê xwe yên pîr re li devera Zilêliyê yê rojhilatê Şengalê em girtin. Wê demê eem di gel bapîrê xwe diçûne avê ji Kanîkê bînin, çeteyan em hamî li wir em girtin.

Fiwad di berdewamiya axaftina xwe de got; “Çeteyên DAÎŞ’ê ez û dayîk û bavê xwe yên pîr û 4 pismamên min û  dayîke wan  girtin û em hemî birin nevçeya Tilafar. Piştî demeke kurt DAÎŞ’ê ez ji cem dayîk û bavê min yên pîr birime Musilê. Lê çeteyan gelek zilim û zor darî bi min û zarokên wêkî min yên piçûk  dikirin û em fêrî şirîata îslamiyê dikirin.”

Fiwad got; “Çeteyên DAÎŞ’ê dîmenên şerê xwe  nîşanî me didan û çeteyan gelek kes li pêş çavên me bi kêra û silehan dikuştin û em gelek ji reftarên wan ditirsiyan. Ji ber DAÎŞ'ê li me jî dixist, ji lêdanê  li min lingê min birîn bû û heya çend rojan xwarin nedane me.

Em 4 kes rizgar bûn ji destê DAÎŞ'ê û 4 kes ji pismamên min man di destê wan hovan de,  lê piştî sê sal û yek meh li bin zilim û zordariya çeteyên DAÎŞ'ê  gehiştim nav xwîşk û birayên xwe de.  Dema ez rizgar bûm çeteyên DAÎŞ'ê ez kirim erebekê de û birim bi êsîrên DAÎŞ’ê guhertim.” 

Fiwad di dawiya axaftina xwe de got; “Hêviya min ku êsîrên me yê destê çeteyên DAÎŞ'ê de hemî rizgar bin.''