Zana ya ku hatibû binçavkirin hate berdan
Parlemetera HDP’ê ya Agiriyê Leyla Zana hatibû binçavkirin. Zana ya ku îfadeya wê hate girtin bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Parlemetera HDP’ê ya Agiriyê Leyla Zana hatibû binçavkirin. Zana ya ku îfadeya wê hate girtin bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana dema ji navçeya Farqînê dihat Amedê li têketina bajar di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve hatiye destpêkirin, li ser rê hate binçavkirin. Zana ji bo îfadeya wê bê girtin birin Edliyeya Amedê.
Zana ya ku li Dadgeriya Cezaya Sulhê îfade da, bi şertê kontrola edlî hat berdan.