Zagon, bingehê pirsgirêkên di navbera PDK û Bexdayê de ye

Bingehê pirsgirêkên di navbera PDK û Bexdayê de zagon e, lê PDK ji rêderketinên xwe yên destûrî weke xebatê netewî difroşe Kurdan.

Piştî sala 2003’an ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Iraq dagirkir û dawî li desthilata Baas a faşîst hat; piştî rûxîna wê rejîmê, di navbera pêkhateyên Iraqê yên Şîî, Sûnî, Kurd û Tirkmen de ji bo sazkirina zagona Iraqê komîsyonek pêk anî. Li ser navê Kurd jî nûnerê partiyên siyasî bi taybetî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurditstanê (YNK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi şêwazeke çalak tevlî wê bû û reşnivîsa zagonî ya Iraqê sazkirin. Tevî ku wê demê hin aliyên siyasî reşnivîsa zagonê rexnekirin jî lê nûnerên Kurd bi taybetî PDK’ê tekez li ser wê dikir ku zagon guncave û mafê gelê Kurd di nav de li ber çavan hatiye girtin û divê di referandoma gelê Kurd de deng li ser bide.

Piştî ku sala 2003’an bi piraniya dengên hemû pêkhateyan, zagona bingehîn ya Iraqê hate pejirandin, lê ji wê rojê heya niha weke pêwîst li gorî wê zagonê kar nehatiye rêvebirin û li gorî wê pirsgirêk nehatine çareserkirin.

Yê wisa kir ku pirsgirêk zêdetir aloz bibin, siyaseta firotina petrola Kurdistanê ya di navbera PDK û Bexdayê de, her wiha radestnekirina dahata gumrûkan ji hikumeta navendî re ye.

Di madeya çaremîn a zagona Iraqê de ku qala desthilatên hikumeta federalî dike, di madeya 109 de hatiye: “Desthilata federalî yekîtî, yek perçeyî, serbixweyî û serweriya demokrasîxwaz a federala Iraqê diparêze.” Lê berevajî wê yekê PDK’ê bêyî vegera ji bo hikumeta federalî, Başûrê Kurdistanê tije kiriye ji baregehên leşkerî û sîxurî yê dewleta Tirk a dagirker ku ji bo perçekirina hikumeta federalî metirsîne.

Di xala yekemîn a madeya 110 a heman beşa zagonê de hatiye nivîsandin: “Diyarkirina siyaseta derve û nûnertiya dîplomasî, danûstandin li ser peymanname û lihevkirinên navdewletî, siyaseta deynkirinê û îmzekirina wê, aborî, bazirganiya ji derve û serweriyan” di bin hukma desthilata hikumeta federalî de ye. Lê PDK bêyî vegera ji bo hikumeta navendî lihevkirinên bazirganî ya petrolê bi dewleta Tirk re çêkiriye ku bervajî zagonê ye. Ne tenê desthilata federal haya wê ji naveroka wan peymanan heye, belku hikumeta herêma Kurdistanê û welatiyên wê jî ji naveroka wê peymanê haydar nînin. Tenê çend bazirganên petrolê û rêveberên PDK’ê bi xwe ji wê haydarin.

Dîsa di xala duyemîn a madeya 110’an de îşaret bi wê yekê hatiye kirin ku desthilata Iraqê bi armanca parastina sînor û asayîşa wê hêzekî çekdar dadimezrîne ku bi navê hêza parastina sînor tê nasîn û niha heye. Lê PDK wê hêzê kiriye fermanberê xwe ango destûrê ne ji desthilata federalî ber ku ji PDK’ê digirin. Ew yek jî berevajî zagona bingehîn a Iraqê ye.

Di xala sêyemîn a madeya 110 a zagonên de dibêje ku diyarkirina siyaseta darayî, gumrûk, çapkirina pere û rêxistinkirina bazirganiya li ser sînorê herêma Kurdistan û parêzgehên Iraqê mafê desthilata federalî ya Iraqê ye. Wate dahata hemû xalên gumrûkî yên Iraqê û yên herêma Kurdistanê jî diçin banka navendî û ji wê derê jî di çarçoveya bûdceya giştî de li ser herêman tê parvekirin. Lê PDK qet dahata gumrûkên di bin kontrola desthilata xwe radestê hikumeta federalî ya Iraqê nekiriye, di heman demê de welatî û pertiyên di nava hikumeta herêm de jî haya wan ji dahata wan xalên gumrûkî nîne û nayê zanîn bê ka dahata wan gumrûkan çi qase û ji bo kû derê diçe.

Li beşa çaremîn a madeya 111’an de jî bi rengekî eşkere hatiye nivîsandin: “Petrol û gaza xwezayî malê hemû xelkê Iraqê yên hemû herêm û parêzgehan e.” Lê PDK vî xalê pêk nayîne û dest daniye li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê û bi şêwazekî erzan radest û difroşe dewleta Tirk a dagirker. Her wiha dahatê wê jî venagerîne hikumeta Herêm û federal. Ew yek jî binpêkirinekî mezin ê zagonî ye.

Wan hemû binpêkirinên zagoniya Iraqê yên PDK dike ango wan talankirinên petrola Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê û radestnekirina dahata gumrûkan ji hikumeta Iraqê re kiriye ku pirsgirêka di navbera hikumeta federal û Iraqê kûrtir bibe. Di encama wê yekê jî tenê welatiyên Başûrê Kurdistanê zirarê dibînin.

Li hemberî wan binpêkirin û talankariyên ku PDK dike, hikumeta Iraqê li şûna ku zextê li PDK’ê bike û neçar bike ku pêwîstiyên zagonî pêk bîne, berevajî wê dest bi qutkirina mûçeya welatiyên herêma Kurdistanê dike. PDK jî nakokiyên bi desthilata federalî ya li ser talan û binpêkirinên zagoniya xwe wek têkoşîna netewî difroşe welatiyên Kurdistanê.