Yuksek: Feraseta ku zilm û pêkutiyê meşrû dibîne, wê têk biçe

Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, derbarê cezayê ku Dadgeha Cezayê ya Giran a 5’emîn a Amedê lê biriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek di daxuyaniyê de qala van tiştan dike:

“Dadgeha Cezayê ya Giran a 5’emîn a Amedê bi tawanbariya ‘endamê rêxistinê’ 8 sal 9 meh cezayê girtîgehê li min biriye û biryara girtinê daye. Di çarçoveya heman dosyeyê de, heman dadgehê ez bi 5 mehan bi awayekî girtî darizandim û di 7’ê Kewçêra 2016’an de bi nirxandina ku tawanbariya endambûna rêxistinê pêk nehatiye û wesfê tawanbariyê dikare biguhere, biryara tehliyekirinê dabû.”

‘GELO ÇI GUHERÎ KU BIRYARA GIRTINÊ HAT DAYÎN’

Yuksek  di daxuyaniyê de pirsî ku, “Gelo di vê dema kurt de çi guherî ku dadgehê bi tawanbariya endambûna li rêxistinê cezayekî mezin birrî û di heman demê de biryara girtinê da.

Ligel ku delîlên nû li dosyeyê nehatin zêdekirin û me xwest ku di çarçoveya mafê me yê parastinê de lêkolîn bila berfirehtir bibe, şahid werin guhdarî kirin, delîl werin lêkolîn jî, ev tişt nehatin qebûl kirin û gelo mirov dikare vê biryardayîna bi lez di çarçoveya hiqûqê de binirxîne?”

‘HETA KU ŞERTÊN DEMOKRATÎK PÊK BÊN EM Ê TÊBIKOŞIN’

Yuksek diyar kir ku biryareke siyasî hatiye wergirtin û got, “Bi awayekî eşkere tê dîtin ku wekî di gelek darizandinan de, li ser dadgeha ku berê biryara tehliyekirinê dabû, pêkutî hatiye kirin û derbarê min de biryareke siyasî hatiye stendin.”

Ev biryar careke din rewşa darizandin û siyasetê ya li Tirkiyeyê derdixe holê. Di şexsê min de pêkutiya li ser siyaseta Kurd û muxalefetê tê dîtin. Biryareke wisa ya ji ser daxuyaniyên min ên li gorî bernameya partiya min û rûdanên li Tirkiyeyê hatiye dayîn, dîsa diyar kiriye ku mafê siyaset, azadiya fikr û ramanê tune ye.

Ez û hevalên min ên di heman rewşê de, heta ku kêşeya Kurdan çareser bibe û gelê me mafên xwe bi dest bixin û li Tirkiyeyê şertên demokratîk ava bibe, em ê têbikoşin.

Em tu carî hêviya xwe ji dest bernadin, ligel her tiştî em ê dev ji doza xwe bernedin. Vê feraseta ku zilm û pêkutiyê li ser me û gelê me dike ew ê têk biçe û em ê teqez bi ser bikevin.”