YRK: Eger êrîşên Îranê dewam bikin wê bêbersiv nemînin

Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Îran hişyar kir û got; "Eger Îran helwesta xwe berdewam bike, em ê weke YRK'ê di çarçoveya parastina rewa de rewşê binirxînin û bêbersiv nehêlin."

Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî topbarana Îranê ya li hember Çiyayê Asosê daxuyaniyek nivîskî weşand. YRK'ê êrîşên Îranê şermezar kir û Îran hişyar kir ku dawî li êrîşên xwe bîne.
 
Di daxuyaniya YRK'ê de wiha hat gotin; "12'ê Mijdarê rejîma Îranê bi koordîneya balafirên keşfê ji saet 09:30'an heta 10:00'an herêma Asos topbaran kir. Di encama topbaranê de bax û rezên welatiyên gundê Galale yê ser bi qezaya Mawet ziyan dîtin. Ev dibe cara duyemîn ku êrîşî çiyayê Asos tê kirin. Yekem car bi koordîneya balafirên rejîma Îranê yên keşfê û balafirên şer ên Tirkiyeyê pêk hat. Di encama wê bombebaranê de ti ziyan negihişt hêzên me, lê bax û rezên welatiyên herêma Asos ziyan dîtin."
 
YRK'ê di berdewama daxuyaniya xwe diyar kir ku vê êrîşê weke encama lihevkirina di navbera rejîma dagirker a Tirkiyeyê û Îranê de dizanin û got: "Careke din Îranê weke Tirkiyeyê dijmintiya xwe ya li dijî gel û tevgera me ragihand. Her wiha bi vî rengî serweriya xaka Başûrê Kurdistanê jî binpê kir."
 
Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di dawiya daxuyaniya xwe de Îran hişyar kir û got; "Eger Îran helwesta xwe berdewam bike, em ê weke YRK’ê di çarçoveya parastina rewa de rewşê binirxînin û bêbersiv nehêlin."