YRK'ê şehîdên Dalahoyê bi bîr anî

YRK'ê fermandar Leşker û hevrêyên wî yên li herêma  Dalaho ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn, di salvegera 2. a şehadeta wan de bi bîr anî.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên Dalaho ya Rojhilatê Kurdistanê, ku di 30'ê Tîrmeha 2015'an de di şerê dijî rejîma Îranê de şehîd bûn bi bîr anî. 

Fermandariya YRK'ê di şexsê Fermandar Leşker de Mêrxas Zîlan, Elîşêr Xizirî, Brûsk Aware ku di heman şerî de şehîd bûn bi bîr anî û ragihand, ku wan heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.

YRK'ê işaret bi kesayetî û sekna têkoşînê ya fermandar Leşker kir û wiha dewam kir: "Heval Leşker bi salan di nava refên gerîla de di asta herî jor de têkoşiya. Dema heval Leşker derbasî Rojhilat bû jî got, em ê xeta fermandar şehîd Simko Serhildan li Rojhilatê Kurdistanê bidin rûniştandin. Bi xwestek, israr û biryareke mezin hema hema li her qadeke Rojhilatê Kurdistanê pêşengî kir. Gerîlatiyê li Seqiz, Merîwan, Hewraman, Şaho û herî dawî jî li herêma Dalahoyê weke fermandarê eyaletê gerîlatî kir û di gerîlatiya xwe de ti carî ji sekn û pîvanên milîtantiya Rêber Apo tawîz neda û li her derê li ser vî esasî gerîlatî kir."

YRK'ê her wiha ragihand ku Şehîd Leşker pir dilsozê gelê xwe û çiyayên Kurdistanê bû û diyar kir dike ku fermandar Leşker kariye di nava demeke kurt de cihê xwe di dilê gel de bigire.

Fermandariyê şehîd Mêrxas Zîlan, Elîşêr Xizrî, Brûsk Aware bi bîr anî û destnîşan kir, ku wan heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi lehengî şer kirine û tevlî karwanê nemiran bûne.

Fermandariya YRK'ê di dawiya daxuyaniyê de soz da ku wê li ser şopa şehîdên Dalahoyê ûhemû şehîdên leheng bin.